Divê kurd bikaribin bi kurdî bijîn

Ev yek ne dadî e; bêmafî û zilm e. Ger aliyê kurd çekên xwe berdide û xwe fesix dike, divê aliyê tirk jî çekên xwe berde û xwe fesix bike. Aştî, biratî, hevkarî, rêzdariya li hember hev û wekhevî vê yekê pêwîst dike.

•
1 deqe xwendin
Divê kurd bikaribin bi kurdî bijîn

Dewleta tirk belaya sedsalî ya li serê kurdan e. Ev sed sal in rehetiyê nade kurdan. Ji sala 1924an û vir ve, siyaseteke qedexe, girtin, qirkirin, koçberkirin, talankirinê li ser kurdan meşandiye. Îro jî kurd nikarin bi zimanê xwe bijîn, bi navê “kurdbûnê” li Tirkiyê nikarin tasek av vexwin. Rewş ew qasî dijwar e. Zindan tijî kurd in û her roj yên nû tên girtin. Gor tijî kurdên bi destê hêzên dewletê hatî kuştin in. “Dayikên Şemiyê” her hefte pirsa aqûbeta wan dikin. Lê ev dewleta sed sal in li ser kurdan zilmeke bêhempa dimeşîne, ne ji xwe şerm dike, ne jî tê ber gunehên xwe û bi ser de kurdan wek “terorîst” bi nav dike û dixwaze kurd xwe bêçek bikin, bêparastin bihêlin û hebûna xwe ya siyasî fesix bikin. Li hember vê dewleta tirk wê çi bike? Ji Amerîkayê zêdetir çekên modern û kujêr bikire û zêdetir leşker, tank û topan li Kurdistanê bi cih bike. Li Bakurê Kurdistanê ne bes e, li Başûr, Rojava û ger bi dest bikeve li Rojhilat jî hêza xwe ya leşkerî ya kujêr bi cih bike.

Ev yek ne dadî e; bêmafî û zilm e. Ger aliyê kurd çekên xwe berdide û xwe fesix dike, divê aliyê tirk jî çekên xwe berde û xwe fesix bike. Aştî, biratî, hevkarî, rêzdariya li hember hev û wekhevî vê yekê pêwîst dike. 

Divê dewleta tirk vê sazûmana xwe ya zilmdar û kujêr fesix bike. Gava dewlet bi rastî jî xerab e, ew dewlet ji her kesî re xerab e. Dewlet ne tenê ji kurdan re xerab, lê ji tirk û ereban re baş e, ji bo kurd, tirk, ereb û ermenan, ji bo her miletî dewlet xerab e, gava ew zilmê li milet dike, ji qirika milet pere qut dike û dide çekan û pê milet dikuje, feqîriyê li ser milet ferz dike, zindanan ava dike û mixalifên xwe di wir de dirizîne, bêguman ev dewlet pir xerab e. Ev dewlet bi van kiryarên xwe demokrat jî nabe, ji ber ku zilmdar e, kujêr e. Ji bo wê ger wê di navbera kurd û tirkan de, kurd û ereban de aştiyek, lihevhatinek, wekheviyek, biratiyek çêbe, divê dewleta tirk jî, dewleta ereb jî çekên xwe li hember kurdan bişewitîne û saziyên xwe yên kujer, zilmdar li Kurdistanê fesix bike. Biratî û wekhevî vê yekê dixwaze. Ger ne wisa be, aliyek xwe bêçek bike, aliyê din xwe xurt bike; ew ne dibe biratî, ne dibe demokrasî, ne jî dibe wekhevî.

Bêguman dewleta tirk vê yekê bi hêsanî napejirîne û bi dildarî nabe demokrat. Divê gelê kurd bi vîna xwe, israra xwe, bibiryarbûna xwe, dewletê mecbûrî demokratîkbûnê bike.

Di van sed salan de kurdan gelek tişt ji dest dan, axa me hat dagirkirin, çavkaniyên me yên sererdî û binerdî hatin talankirin, urf û adetên me hatin dizîn, muzîk, çand, huner, wêje û jiyana me ji me hat dizîn, tenê zimanê me yê dayika me bi şîrê xwe daye devê me û vîna me ya em ji dîroka xwe, têkoşerên xwe û têkoşîna şehîdên xwe distînin bi me re maye. Niha dewleta tirk, dixwaze wan jî ji me bistîne. Divê kurd di vê xalê de tawîzê nedin. Ger em ji zimanê xwe û vîna xwe tawîzê bidin, em ê li holê nemînin. Lê ger em li ser zimanê xwe û vîna xwe israr bikin, em ê dijminê kujer û zilmkar bînin ser rêya rastiyê û ew ê mecbûr bimîne sazûmana xwe ya heyî fesix bike û bikeve ser rêya demokrasiyê. Gava gel bibiryar be, biisrar be û bikurdî be, wê bi ser bikeve.

Ji bo wê rabûna gelê me li Rojavayê Kurdistanê pir girîng, watedar û birûmet e. “Em perwerdeya bi zimanê dayika xwe dixwazin”. Dewleta Sûriyê nêz an dûr mecbûr e vê daxwazê qebûl bike, gava kurd bi israr, biryar û kurdî tevbigerin. Divê kurd tişta li ser maseya dagirkeran winda kirine, bi têkoşîna serhildêrî bi dest bixin, ji ber ku ew tişt bi xwîna xwe xistibûn destê xwe, lê hêzên dagirker ew radestî teroristê DAIŞî El Colanî kirin, lê ev nayê wê wateyê, ku kurd wek pezê qurbanê çi bi serê wan de were, bipejirînin. Na. Mafê kurdan ê berxwedan û serhildanê heye. “Yan wê li xwendegehan perwerde bi zimanê kurdî be, yan wê zarok bi zimanekî din neçin xwendegehê”. Ger kurd di vê daxwaza xwe de biisrar bin, tawîzê nedin, ew ê bi ser bikevin. Tişta bi xwîna xwe ava kirine, divê bi serhildanên xwe biparêzin. Divê kurdên li her aliyê cîhanê jî piştgiriya daxwaza xwendekarên li Rojava bikin. Divê kurd ji bîr nekin zilm, kujerî û qedexeya di bin dagirkeriyê de jiyan li me kurdan herimandiye, tenê zimanê me wek pênaseya nasnameya me maye. Çi dibe bila bibe, divê em tawîzê ji zimanê xwe nedin. Bi kurdî bijîn û her bijîn. Divê kurd ne li Rojava, ne li Bakur, ne li Rojhilat û ne li Başûr jiyaneke bêkurdî layiqî xwe nebînin. Hêzên dagirker an wê vê daxwaza gelê kurd bipejirînin, yan wê kurd rehetiyê nedin wan û bi zimanê wan tev li perwerdehiyê nebin. Kurd hişyar, zane û rêxistinkirî ne, ew hêzeke zindî ne. Ew ê van taybetiyên xwe di riya demokratîkbûnê de, bi biryar, têkoşîn, vîn û israr bimeşînin û bi ser bikevin. Qet ji bîr nekin: Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafekî mirovî û gerdûnî ye û wek şîrê dayikê li her kurdekî helal e. Ji bo wê, divê her kurdek daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê bike û bi israr heta bi dest dixe li ber xwe bide, serî hilde û têbikoşe. Kurd êdî ne mecbûr in li Rojava bi erebî, li Bakur bi tirkî, li Rojhilat bi farisî biçin xwendegehê. Kurd dixwazin bi kurdî biçin xwendegehê. Ev mafê her kurdî ye û divê kurd berdêla wê çi dibe bila bibe, ji xwestin û stendina vî mafî gava xwe bi paş de neavêjin.