Dê berhemên jinên girtî bikin pirtûk

Komîsyonên jinan ên saziyên kurdî, ji bo piştgiriyê bidin jinên girtî dest bi xebata komkirina berhemên wan ên nivîskî kirin. Komîsyon dê hemû berhemên jinan ên nivîskî kom bikin û bikin pirtûk

•
3 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Komîsyonên jinan ên saziyên kurdî, ji bo piştgiriyê bidin jinên girtî dest bi xebata komkirina berhemên wan ên nivîskî kirin. Komîsyon dê hemû berhemên jinan ên nivîskî kom bikin û bikin pirtûk

Komîsyonên Jinan ên MED-DER, Enstîtuya Kurdî, Komeleya Wêjekarên Kurd, PEN’a Kurd û MED TUHAD-FED ji bo jinên girtî ku di şert û mercên xirab de li girtîgehan dimînin xebateke ji bo motîvasyonê dan destpêkirin. Komîsyonên jinan di 22’yê kanûnê de starta xebata çîrokan dan destpêkirin. Saziyan ji bo vê xebatê li MED-DER’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji bo agahiyên der barê van xebatan de me hevpeyvîn bi hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan re kir.

Xebata çîrokên jinên di girtigehan de ji aliyê kê ve tê meşandin?

Komîsyona Jinan a Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komîsyona Jinan a Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Wêjekarên Kurd, Komîsyona Jinan a PEN’a Kurd û Komîsyona Jinan a Federasyona Piştevaniya Hiqûqîya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (MED TUHAD-FED) ji bo jinên di girtîgehan de me xebata çîrokan da destpêkirin. Saziyan ji bo vê xebatê li MED-DER’ê di 22’yê kanûnê de civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komîyosna Jinan a Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan civînê. Em hemû li hev kom bûn û li gorî demê me ev xebat da destpêkirin.

Armanca vê xebatê çi ye?

Bi hezaran kurdên azadîxwaz, ji ber têkoşîna xwe ya azadiyê îro di zindanan de dîl tên girtin, di bin tecrîdê de ne û her cureyê îşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê li wan tên kirin. Gelek ji wan, di encama van kiryarên hovane de jiyana xwe ji dest didin, tên kuştin, nexweşiyên wan girantir dibin û mafên wan ên herî mirovî tên binpêkirin. Ligel vê yekê, kurdên dîlgirtî, li zindanan jî ji her milî ve li ber xwe didin. Bi taybetî jî jinên kurd ên azadîxwaz çawa li derve li dijî her cureyê pêkanînên derveyî mirovahiyê li ber xwe dan, li zindanêjî ji her alî ve li ber xwe didin û têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Bêguman, desthilatdarî, di zindanan de, êrîşî zimanê kurdî jî dike. Li dijî zimanê kurdî jî bi awayên cuda astengî, zext û pêkanînên dijminane dimeşînin. Axaftin, name û berhemên kurdî ji gelek milan ve, bi rê û rêbazên cuda tên qedexekirin. Ev êrîşên li ser girtîgehan têne kirin, li ser kesayet û têkoşîna jinan tê meşandin. Li dijî van êrîşan me xwest li gorî pêdiviya demê em bersivekê bidin. Wekî qada ziman me xwest li gorî demê û rewşa xwe bibin bersiv. Me xwest bi vê xebatê bibin bersiv. Demeke dirêje li ser girtîgehan êrîşên pir dijwar têne meşandin. Tecrîdeke pir fireh pêş xistine. Di hundirê girtîgehan de girtîgeh hatine avakirin. Mafê girtiyan ji destê wan hatine girtin. Wekî salên 1980’yî niha jî rewşa girtîgehan û polîtîkaya dewletê didome. Hiqûqa li dijî girtîgehan bi cureyên pir pir cuda hatiye guhertin. Bi polîtîkayên nijadperest ev êrîş û zextên li ser girtiyan didomin. Tecrîd û îzolasyoneke pir mezin li s