Bekdaş: Jinan pêşengtiya şoreşê kir

Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de li bajarê Kobanê pêvajoyek dîrokî dest pê kir.

•
7 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Bekdaş: Jinan pêşengtiya şoreşê kir

Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de li bajarê Kobanê pêvajoyek dîrokî dest pê kir. Pêla ku bi pêşengiya kurdan dest pê kir piştre li tevahiya herêmê bi beşdariya gel, çand û baweriyên din veguherî pergala xwerêvebirinê. Kobanê di dîroka Kurd û gelan de wekî cihên destpêkan jî tê naskirin. Navê Kobanê cara yekem sala 1979`an de di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. 2`yê Tîrmeha heman salê de Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê ya hemdem dabû destpêkirin, derbasî Kobanê bû. Ev rêwîtiya li gundê Elpelûrê dest pê kir, wê piştre belavî tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bûbûya.

12'ê Adara sala 2004'an berxwedana li dijî komkujiya li Qamişlo, bibû serdemeke dîrokî. Ji wê demê ve bingeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avêtin. Partiya herî mezin a siyasî ya herêmê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di vê demê de (2003) hatibû avakirin. Têkoşîna jinan ku pêşengiya şoreşê kiribaya 2005`an wekî Yekitiya Star veguherî sazûmaniyê.

Wexta pêla "Bihara Gelan" di sala 2010'an de li Tûnisê dest pê kir û piştre li Misir, Lîbyayê sala 2011`an de derbasî Sûriyeyê bû, li Rojava têkoşîn û berxwedana dehan salan a li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê derbasî merheleyek nû bû.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku sala 2007'an hatibû avakirin û bi veşartî xebat didan meşandin, êdî aşkera kar meşand. 26`ê Kanûna 2011`an cara yekem dibistanên bi zimanê Kurdî vekir. Yekemîn dibistana serêtayî li bajarê Kobanê bi navê Dibistana Serêtayî ya Şehîd Mamoste Osman Silêman hate vekirin.

Di Cotmeha 2011’an de wekî sîwana sazûmaniyan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat damezirandin. Piştre Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji 354 kesan pêk dihat û sedî 40’ê wê jin bûn hat avakirin.

Di 19`ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê agirê şoreşê geş bû. Agirê şoreşê li avahiya partiya Baas geş bû. Avahiya ku tê de nijadperestiyê pêş dixistin niha bûye navenda xwerêvebirina gelên herêmê.

Piştî agirê şoreşê li Kobanê geş bu, bi rêzê li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê,Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê geş bû. Gelan rêveberî xistin destên xwe. Li bajaran meclisên gel, li taxan Malên Gel û girêdayî wan jî komîteyên xebatê ava kirin.Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, di qada parastinê de jî gavên girîng avetin û 4`ê Nîsana 2013`an YPJ (Yekîneya Parastina Jin) ava kirin.

Gel piştî şoreşê gav bi gav sazî û rêxistinên xwe ava kirin. Bêtir xwe bi rêxistnin kirin û di qada siyasî, bîrdozî, çandî, ziman, parastinê de xwe bi rêxistin kir. Mi minasebeta salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê em bi Endama Meclisa Giştî û Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş re axivîn. Bektaş têkildarî Şoreşa Rojava û geşedanên dawî nirxandinen girîng kir.

Berdevka Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş ewil Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Îro li beşa biçûk li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya gelê kurd de şoreşek demokratîk pêş dikeve. Ev şoreş ji bo çar parçeyên kurdistanê destkeftiyek gelek muhîm e. Beriya şoreşê rewşa Rojava wekî parçeyên din en Kurdistanê bû. Kurd û partiyên kurdan berê di bin serweriya dewletên ku Kurdistan dagirkirine debûn. Dewletan li ser hebûna kurdan qirkirina siyasî, çandî dikir. Bi pergalî li ser gelê kurd qirkirinê pêş dixistin. Rojavayê kurdistanê jî para xwe ji vê yekê girt. Rejîma baasê hemû cureyên siyaseta qirker li ser gel meşand. Bi taybetî jî piştî serhildana Qamişloyê ya 2004’an ku kurd rabûn ser piyan. Bi sed hezaran kurd li dijî hişmendî û polîtîkayên rejîma Baas rabûn ser piyan. Piştre me dît ku ew serhildan çawa li her derê Sûrî û çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Piştî serhildanê Rejîma Baas siyaseta xwe ya li ser gelê kurd kûrttir kir. Kemera erebî yek ji parçeyê vê siyasetê ye. Nasname nedan gelê kurd û kurd bê nasname hiştin. Şahî û cejnê kurdan qedexe kirin. Zimanê kurdî qedexe kir. Bi taybetî li herêma Cizîrê kurd bi aboriyê terbiye kirin. Kurd ji bo debarê bikin her tim koç dikirin. Ciwanên kurd ên dibistan û zanîngeh dixwendin, dîsa betal diman û di saziyên dewletê de nikaribûn cih bigirin. Zilm û zora desthilatê li ser kurdan pir zêde bû. Van zext û zordariya li ser gel hişt ku ev şoreş pêş bikeve. Bêguman hebûna Rêber Apo ya li Rojava hişyariyek mezin ava kir. Bandorek mezin li ser gel kir. Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe gel perwerde kiribû”

Şoreş bi alternatifên xurt pêş dikeve

Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş, bal kişand ser pêvajoya şoreşê û girîngiya alternatifa çareseriyê û ev agahî dan: “Di destpêkê de dema mirov karibe kêliyên azadiyê qezenç bike, dê karibe serkeftinê jî qezenç bike. Lê eger te kêliyên azadiyê qezenç nekir, dê serkeftin ji destê de jî biçe. Dema bihara ereban li hemû welatên erebî dest pê kir, Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî bi alternatifên xwe bingehek ava kir. Eger alternatif û rêxistin tune be, tu nikare şoreşê pêş bixe. Gelek raperîn pêş ketin. Lê em nikarin bibêjin şoreş. Ew îsyan in. Di şoreşa 19’ê tîrmehê de me mal kişand ser hebûna Rêber Apo ya li Rojava. Gel, jin, ciwan û beşên din perwerde kir. Li dijî pergala Netew Dewletê projeya alternatif a Neteweya Demokratîk pêş xist. PYD di 2003’an de hatibû damezirandin. Di 2005’an de kongreya Star hatibû avakirin. Van rêxistinan gel bi rêxistin dikir. Gel û jin perwerde û bi rêxistin dikir. Dema şoreşa 19’ê tirmehê dest pê kir, ew bingehê rêxistinî û şoreşê hebû. Pêşengên ku pêvajoyê bi rêve bibin hebûn. Rêxistinkirina gel û saziyan hebû. Kadroyên pêşeng hebûn. Li gelek bajarên din ên Sûriyeyê gel daketin qadan û daxwaza azadiyê kirin. Lê ji ber bingeha wan û alternatifa wan tune bû, encam negirtin. Pêşengên projeyan tune bûn. Niha gelek kesên li dijî rejîmê hene, lê rewşa wan xerab e. Îro li Rojava gel xwe bi rêxistin kiriye û projeyên xwe ava dike.”

Jinan di şoreşê de rola sereke lîst

Sema Bekdaş li ser rola jinê ya di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jî rawestiya û wiha got: “Şoreşa ku nikaribe jinê di nava xwe de vehewîne û şoreşa ku nikaribe ji bo jinê azadiyê bîne, em nikarin bibêjin ‘ew şoreş’ e. Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi rastî jinan pêşengî dikir. Di xwepêşandanên yekemîn de, di berxwedana dayikan de jinan pêşengî kir. Rola jinan a di vê berxewdana ku îro li cîhanê belav dibe de rolek sereke ye. Kongra-Star ji 2005’an de jin bi rêxistin û perwerde kir. Me dizanibû ku bihara ereban dê xwe bigîne Sûrî jî. Ji ber vê yekê me xwe bi rêxistin û perwerde kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ango Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jin tê naskirin. Jinan li Rojavayê Kurdistan tenê ji bo mafê xwe tênekoşiya. Jinan di nava civakê de pêşengiya civaka demokratîk jî kir. Jinan di civakê û malbatê de pêşengiya guhertin ûveguhertinê kir. Jinan di nava biryaran de cih girt û şoreşek siyasî pêş xist. Dîwarê tirsê yên li pêş jinan rûxandin. Pêşiya jinan vekir. Di milê parastin û xwe parastinê de pêşengî kir. YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê berxwedana herî xurt pêş xist. Di warê dîplomasî de êdî jinan jî cihê xwe girt û temsîla doza xwe, welatê xwe û nasnameya xwe kir. Dîsa di pergala hevserokatiyê û rêveberiya xweser de cihê xwe girt û rola xwe lîst. Di avakirina zagonan de ji sedî 50 nûnertî û vîna jinan heye. Êdî di qada aborî de pêşengiyê dike. Bi hezaran sal in aborî bi hişmendiya mêr pêş diket. Lê jin di projeyên aborî de cih digirin. Kooperatifan, gundan ava dikin. Projeyên aboriyê bi rêve dibin. Dîsa zanista jin Jeolojî pêş xistin. Jinan rojnamegerî kir. Em dibînin ku jinan di nava şoreşê de gelek şoreş ava kirin. Îro bi sedan jin di ragihandinê de cih digirin. Rojnamevan û pêşkeşvan in. Şoreşê pêşiya azadiya jinê vekir. Îro bi sedan akademiyên ku di warê siyasî, dîplomasî û parastinê de jinan perwerde dikin