Baba Serhengê Dewduwanî
Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewduwanî yê herêma Dewduwanê (Dewdanê) ye li gundê Bayniganê yê nêzî bajarê Bawe yê devera Şaho, Makwan û Seryasê ya Hewramana Lihonê li xwar bajarê Sineyê ye.

Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewduwanî yê herêma Dewduwanê (Dewdanê) ye li gundê Bayniganê yê nêzî bajarê Bawe yê devera Şaho, Makwan û Seryasê ya Hewramana Lihonê li xwar bajarê Sineyê ye. Anku çemê Sîrwan û Şêxanê li kêleka çiyayê Zagrosê di sala 935-936’an a zayinî anku sedeya care koçî de jidayik bûye.
Dêrşîra wî ya ku dibêje:
“We seney sê sed û
bîst û çiwar hîcrî
Hatîf namî ew ce şaho çirî.”
Sala jidayikbûna wî diyar dibe. Baba Serhengê Dewdan xwedanas, feylozof, arîf, şaîr, tenbûrjen û yek ji rêberê ola kurdî ya Yarsanî û sofîgeriyê bûye. Baba Serheng an jî Bawe Serheng di hin nivîsan de weke “Bawe Serhengê Xezeyî” jî tê gotin.
Goye tevî xezeyê jî bûye û şerê bêbaweran kiriye. Di dema bilind bûna merteba wî, ew û gelek ji murîdên wî digerin û bangewaziya dînî yarxwedayî ya Yarsaniyê dikin. Baba Serheng piştî Baba Şaxoşîn tê ku mezintirîn rêberê baweriya yarxwedayî ya Yarsanî bûye ji Loristanê ta Hewramanê. Dûre wê rêberîtiyê ji Baba Serhengî tê dayîn û ew karekî mezin ê yarxwedayî dike. Ligel murîd û rêşanên wî yên weke “Bawe Sirincê Kelatî, Bawe Gerçikê Hewramî, Bawe Qeyserê Hewramî, Dayê Tewrêza Hewramî, Baba Îbrahîm, Baba Ahmed, Baba Retaf, Baba Rom, Baba Newaw, Baba Renc, Baba Xûnkar, Sebûre û çendên din digerin û bangxwaziyê dikin. Lê wê demê ji aliyê şerîetnas û feqîhên îslamî dijitî tê kirin û fetwa li ser wan tê dayin bi taybetî ji aliyê kesekî diyar bi navê “Sebûre” ku dû re heman kes tê ser bîr û baweriya Baba Serheng û dibe murîdê wî. Dijatiya Baba Serheng û rêhevalên wî bi sedema ku wê rêbazê tev li “Batin”ê dibe û yarxwedayî dibêje: “Ê ku meqama rêbaz û şerîetê derbas kir û gihîşt heqîqetê anku ‘Fena fî alleh’ê, êdî pêwîst nake şerîetê îbadet bike.” Li ser heman baweriyê, gelek ji xelk dest ji îbadetê berdan û ketin kûrahiya rêbazê û jiyaneke rehbenî anku terkejînî jiyan ku wê rewşê bû sedemeke mezin da li hember wê rêbazê bisekinin û gelek bûyerên nexweş di wê demê de


