Astengiyên hevdîtinan siyasî ne

Li girtîgehan tecrîd her ku diçe belav dibe. Gelek mafên girtiyan ên wekî ragihandin, hevdîtinên malbatan, tenduristî, civakî, hiqûqî û siyasî tên binpêkirin.

•
3 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Astengiyên hevdîtinan siyasî ne

Li girtîgehan tecrîd her ku diçe belav dibe. Gelek mafên girtiyan ên wekî ragihandin, hevdîtinên malbatan, tenduristî, civakî, hiqûqî û siyasî tên binpêkirin. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan girtiyên siyasî bi tecrîda giran re rû bi rû ne.

Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Herî dawî parêzeran di 24'ê Kanûna 2021'ê de bi daxwaza "tevdîrê" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn. Parêzeran di heman rojê de jî bi hinceta peywira xwe xirab dikin li Desteya Dadger û Dozgeran giliyê dozger û dadgeran kiribûn. Her wiha parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dîsa serî li CPT'yê û gelek baroyên herêmê dabûn.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di du salên dawî de jî 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li gor daneyên dawî yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2020'î de 562 kesên hatine berdan ji ber binpêkirinên mafan serî li weqfê dane.

Girtiyên nexweş û cezayê wan xelas bûye nayên berdan. Tecrida li Îmraliyê didome. Malbat nikarin agahiyê ji girtiyên Îmraliye bigirin. Li aliyekî malbat ji bo daxwazên xwe Nobeda Edaletê digirin, li aliyê din diçin Enqereyê li mafê xwe digerin. Têkildarî daxwazên malbatên girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan Serokê Baroya Amedê Nahît Eren pirsên me bersivandin.

Wekî Baroya Amedê heta niha ji bo zextên li ser girtî û girtîgehan bi dawî bibe we çi kir? Serî li ku da? Sazî û dezgehên ku we serî li wan da çi bersîv dan we?

Wekî tê zanîn Qanûna Parêzeriyê erka serdestiya hiqûqê û parastina mafên mirovan dide Baroyan. Li gorî qanûnêdivê baro mafên mirovan û hiqûqê biparêze. Li gorî vê yekê Baroya Amedê ji bo parastina mafên bingehîn ên azadiya mirovan û hiqûqê biparêze, li dijî her cureyên mudaxaleyan tekoşîna hiqûqê dide. Li aliyê din binpêkirina mafên mirovan bi rêk û pêk dike rapor û bi raya giştî re parve dike. Baroya me binpêkirina mafên girtiyan ên di salên dawî de li girtîgehan pêş dikevin dişopîne û dike rapor. Baroya me wekî rêxistina mafan û hiqûqê, ji bo li girtîgehan mafên mirovan derkeve asta standartên navdewletî her wiha ji bo li gorî pîvanên gerdûnî mafên mirovan bê parastin têkoşîna hiqûq û mafên mirovan dike. Li girtîgehên Tirkiyeyê li qawîşan hejmara girtiyan pir zêde ye. Girtî nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin. Girtiyan dema bi maşîneyên neqlê yên yek kesî/ê dişînin girtîgeheke din an jî dişînin nexweşxaneyan bi kelepçeyan dişînin. Dîsa girtiyan dereng dişînin muayîne û revîrê. An girtiyan dereng sewqî nexweşxaneyan dikin an jî qet sewq nakin. Mafê xwarin û lêçûna girtiyan pir