Angela Romona: Em çiqas fikra Rêber Apo belav bikin em ê ew qas wî azad bikin
Ciwanên Cîhanê bi dirûşmeya “Ciwan dîrokê dinivîsin” yekemîn konferansa xwe di 3-5’ê cotmehê de li paytexta Fransa Parîsê pêk anîn.

Ciwanên Cîhanê bi dirûşmeya “Ciwan dîrokê dinivîsin” yekemîn konferansa xwe di 3-5’ê cotmehê de li paytexta Fransa Parîsê pêk anîn. Ji zêdetî 50 welatî û 95 rêxistin, tevger û partiyan 400 ciwan hatin beşdarî konferansê bûn. Ciwanan piştî konferansa 3 rojan encamname bi raya giştî re parve kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku çareseriya qeyrana heyî ya cîhanî encex ji derveyî pergala kapîtalîst, li gorî modernîteya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pêş bikeve.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo xwe gihandina vê armancê yekitiya tevahî hêzên demokratîk-şoreşger û dij-sîstemê di astekê cîhanî de pêwist e. Ciwanan bibîr xistin ku rêgeza wan a sereke ya rêxistinî ‘yekitî di cihêrengiyê de’ ye û hevbeşiya wan a esasî dijbertiya kapîtalîzmê ye.
Ciwanan bilêv kirin ku ew li dijî hemû cureyên zordestiyê, kapîtalîzm, lîberalîzm, zilamsalarî, zayendperestî, mijadperestî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê têdikoşin û dê yekîtiya ciwanan ava bikin.

‘Ciwanan fikr û felsefeya Rêber Apo niqaş kir’
Têkildarî armanc û encama konferansê Endama Tevgera Ciwan Dîrokê Dinivîsin a Îtalyayê Angela Romano pirsên me bersivand. Angela Romano pirsa “Piştî ciwanan yekîtiya xwe ava kirin dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rolek çawa bilîzin” bersivand û wiha got: “Di vê konferansê de ciwan ji çar aliyên cîhanê hatin gel hev. Li ser fikr û felsefeya Rêber Apo niqaş kirin. Ev tiştekî pir taybet û dîrokî bû. Niha em dibînin ku ciwanên cîhanê heta astekê yekîtiyek ava kiriye. Cara yekem e ku ciwan ji ew qas welat tên cem hev û niqaşên bi vî rengî dimeşîne. Ev gavek pir girîng e. Ev ji bo berdewamkirina têkoşîn û xebatên me gelek girîng in.”
‘Azadiya Rêber Apo bi naskirina bîrdoziya wî ve girêdayî ye’
Angela Romana destnîşan kir ku ew dikarin bibêjin azadiya fizikî ya Rêber Apo yekser bi naskirina bîrdoziya wî ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: “Em çiqas bîrdoziya wî nas bikin em ê ew qas karibin ji bo azadiya wî têbikoşin. Ciqas ciwanên cîhanê fikr û felsefeya Rêber Apo nas bikin, wê pêşeroja xwe jî ew qas nas bikin. Çiqas paradîgmaya Rêber Apo belav bibe, em ê ew qas jî nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin. Em ê aw qas jî karibin bibin bersîva azadiya fizîkî. Em çiqas paradîgmayê belav bikin em ê karibin li dijî hêzên NATO, gladyo û dewleta tirk ku li ser Rêber Apo tecrîdê dimeşînin, bibin bersîv. Em çiqas paradigmaya wî nas bikin û belav bikin, em dikarin serokatiyê jî ew qas azad bikin. Ji ber vê yekê Yekem Konferansa Ciwanan a Cîhanê ew qas dîrokî û girîng bû. Ciwan ji Amarîka Latîn heta Afrîkayê, Ji Asyayê heta Ewropayê, bi vînek û helwestek xurt a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatin tev li konferanse bûn. Ev ciwan heta astekê fikrên serokatiyê fam dikin û hîs dikin.”
Jinên ciwan rengê xwe li konferansê xistin
Romanoli ser rola jinên ciwan jî rawestiya û wiha got: “Em jin 5 hezar sal di bin koletiyê de dijîn. Jinên ciwan ji her aliyê cîhanê de hatin û ji vê koletiyê re gotin êdî bes e. Gotin em êdî nikarin wisa bijîn û pêwist e li dijî vê koletiyê em têkoşînek mezin bimeşînin. Tevgerên jinên ciwan di vê konferansê de rengê xwe nîşan dan. Mînak li Amarîkaya Latîn kuştina jinan pirsgirêkek mezin e. Jinên ciwan ku ji wir hatin qala têkoşîna xwe kirin. Diyar kirin ku ew çawa dikarin li dijî tundiya dewletê xwe biparêzin. Dikarin bi kijan reng û rêbazê jiyana xwe ya azad ava bikin. Gelên Amarîkaya Latîn ên bindest pir nêzî xwezayê ne. Hêj ji xweza, kok û xwebûna xwe nehatine dûrxistin. Lê ev mînak li Ewropa pir cuda ye. Gelek rêxistinên jinan ên cîhanê nikaribûn beşdarî konferansê bibin. Ev nîşan dide ku pergala kapîtalîst naxwaze jinên ciwan beşdarî konferansek bi vî rengî bibe. Naxwazin jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin. Ev tiştekî pir berbiçav bû. Ev nîşan dide ku jinên ciwan îro çiqas rolek mezin


