Di dîrokê de rola girtîgehan
Girtina mirovan kiryareke herî hoveber e û yekemîn car ji bo kolekirina mirovan hatiye kirin.
Girtina mirovan kiryareke herî hoveber e û yekemîn car ji bo kolekirina mirovan hatiye kirin. Dîroka girtina mirovan ji bo kolekirinê digîje 11 hezar sal berê, dema ku bi şoreşa çandiniyê ve berhemê zêdek derketiye holê êdî kabîle û hêzên dijber di dewsa kuştinê de dest bi girtin û kolekirina hevûdin kirin. Ango girtin, zincîrkirin, îşkencekirin yekemîn car ji bo kolekirin û teslîmgirtina azadiya mirovan hatiye kirin. Girtîgehên Romaya Antîk bi nav û deng bûn. Ew cîhê kole û gladyatoran bû. Di serdema navîn de li Ewropayê girtîgeh di destê Dêra Katolîk de cîhê îşkenceyê bû. Mirovên ku li dervehî qalibên fikrî yên Dêra Katolîk difikirîn; beriya ku li dadgehên Engîzîsyon (Lêpirsînê) werin lêpirsînkirin, destpêkê di girtîgehan de dihatin îşkencekirin. Gava ku li wir jî teslîm nedibûn piştre bi cezayên di dadgehan de didan, dihatin şewitandin an jî kuştin. Li hemberî vê kiryarê jî bê gûman ji destpêka pêvajoya kolekirinê heta niha şerê azadiyê yê mirovan jî qet nesekinî ye. Lê em dibînin


