Tûncer Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a ziman ava bikin
Partiya Çepên Kesk ku ji ber astengiyên siyasî û hiqûqî jê re hatin derxistin HDP pê tev li hilbijartina 14’ê Gulanê bû, di 15’ê cotmehê de kongreya xwe ya giştî pêk anî û rêveberiya xwe nû kir.

Partiya Çepên Kesk ku ji ber astengiyên siyasî û hiqûqî jê re hatin derxistin HDP pê tev li hilbijartina 14’ê Gulanê bû, di 15’ê cotmehê de kongreya xwe ya giştî pêk anî û rêveberiya xwe nû kir. Partiyê navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guhert. Her wiha ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê jî Tulay Hatîmogûllari Orûç û Tûncer Bakirhan hatin hilbijartin. Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan der barê polîtîkayên partiya wan de ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên der barê tecrîd, guhertin, Destûra Bingehîn, hilbijartinên herêmî û ziman de bersivand.
Pirsên me û bersivên Bakirhan weke li jêr in:
Em bi şexsê we dest pê bikin; bi salan e hûn di nav siyaseta kurd de cih digirin. Di nav demê de ji serokatiya giştî ya partiyê bigire heta hevşaredarî û parlamenteriyê we peywir girtine. Pêvajoya we ya cara duyemîn a Hevserokatiya Giştî ya HEDEP’ê çawa dest pê kir û bi dawî bû?
Merheba ji we re. Kêfxweş im ku bi we re bi zimanê kurdî vê sohbetê dikim. Ez bi wesîleya we careke din spasiya gelê me dikim. Şanaziyeke mezin e ji bo min ku di vê serdema dîrokî de vê peywira pîroz ragirim. Ez dizanim ku berpirsyariyeke mezin li ser milê me ye. Hem ji hêla nûbûn, guherîn û veguherînê ve hem jî ji hêla mîrasa me ya bi salan ve peywira ku îro ketiye ser milê me peywireke pîroz û giran e. Ez di vê hişmendiyê de me. Belê bi salan e ez di vê xebatê de bi awayekî cih digirim. Ji ciwantiya xwe ve di partiya xwe de min xebatên cur bi cur kirine. Îro jî gelê me û partiya me ez layiqî hevserokatiya partiyê dîtin. Şanaz û serbilind im. Ez vê peywirê wekî xizmeta gel dibînim û heya dawî jî em ê wisa tevbigerin.
Piştî hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo rexneyên ku li we hatin kirin weke partî we peyama guhertinê da. Di kongreya xwe de bi awayekî şênber hevserok, rêveberî û navê partiya xwe guhert. Ji bilî van guhertinan we bi kongreya xwe guhertineke bi çi rengî pêk anî?
Belêpiştî hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê gelê me bi awayekî aşkera nîşan da ku pêdivî bi guherîn û veguherîneke bingehîn, bi destpêkeke nû û mezinkirina têkoşînê heye. Tabloya ku piştî 14 û 28’ê Gulanê derket holê diyar kir ku hewce ye em bi gelê xwe re rewşa xwe ji hêla birdozî, rêxistinî û siyasî ve binirxînin û nîqaşên bibandor pêk bînin. Lewma me pêvajoyeke rexnekirin û rexnedayîn da destpêkirin. Di 8 herêman de me civînên rêxistinê û civînên gel li dar xistin û ji 30 hezar kesî zêdetir însan beşdarî civînên me bûn. Li gor encamên van civînan me komxebat û atolye saz kirin û me nîqaşên gel bi awayekî şênber daxilî xebatên xwe kirin. Piştî van civînan me konferansên xwe li dar xistin û dawiyê jî kongreya me ya mezin pêk hat. Ev pêvajo bi awayekî aşkera û zelal bi gel re hat parvekirin. Binêrin bi taybetî di dîroka Tirkiyeyê û tu partiyê de ji bo kongreyekê amadekariyek wiha berfireh, girseyî nehatiye kirin. Tu partî bi qasî me ji rexne, xwerexnekirinê û guherînê re vekirî nîne. Ev c


