Zuhtu Arslan careke din bu Serokê AYM’ê

Di 13’ê Sibatê de dema wezîfeya Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan bi dawî dibe. Ji ber vê yekê hilbijartina Serokatiya AYM’ê pêk hat û Zuhtu Arslan careke din hat hilbijartin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Di 13’ê Sibatê de dema wezîfeya Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan bi dawî dibe. Ji ber vê yekê hilbijartina Serokatiya AYM’ê pêk hat û Zuhtu Arslan careke din hat hilbijartin. Hilbijartin li Desteya Giştî ya AYM’ê hat kirin û Arslan di hilbijartinê de ji 15 endaman dengê 8 endaman wergirt û cara sêyemîn bû serokê AYM’ê. Namzetê ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştgiriya wî dikir Îrfan Fîdan 5 deng wergirt û Kadîr Ozkaya jî 2 deng wergirt.

Zuhtu Arslan 4 sal bûn Serokê AYM’ê bû.