Zemên û şûngeh Qijalka Fewzî Bîlge
Leheng ji xwe direve bela xwe li qijalkê dixe. Jixwe em mirov pirî caran nedizanin bê çi dikin, acizî dibe para me. Em pirî caran kerba xwe ji serê hevdu derdixin, herî pir jî kesên ji xwe dûr; ew kesên xwe nedîtibin bela xwe li hevdu dixin

Kadîr Stêra
Hin berhem hene mirov dixwaze bibe lehengê wan, min jî xwest ku bibim lehengê Qijalkê. Qijalk romana Fewzî Bîlge ye ji weşanên Lîsê derçûye. Li ser peyama berhemê min serê xwe êşand.
Lê gelo hewce ye ku her berhem xwedî peyamekê be? Heger xwedî peyam be wê çi bibe, ne xwedî peyam be wê çi bibe?
Di hin berhaman de takekes cihê xwe pir digirin, di hinan de jî civakbûn. Ev berhema min xwend bi seranserî êşên takesesî li pêş in; lê ez dibêjim qey nivîskar gava ev berhem nivîsandiye wê çaxê li ser kurdan cardin komkujî hatine meşandin û wî jî weke nivîskarekî welatparêz qala wan bûyeran kiriye.
Ev berhem bîra takesasiya nivîskarekî û kêm zêde be jî bîra rewşa komkujiyên ku li ser gelê me hatine meşandin nîşanî me dide. Gava li bazarekê bi awayekî xeyalî digere û li wir rastî jinên kurd ên êzidî yên dîlgirtî tê dilê mirov diêşe. Qedexeyên li kolanan, berxwedana Sûra Amedê, talankirina Nisêbîna Rengîn û hwd. Bi vî awayî zemanê bûyerê jî diyar dibe. Nivîskar bi seranserî berê xwe nedaye bûyerên civakî, ew herî pir li ser êşên nivîskaran sekiniye. Ji bo nivîskarekî tenêtî şînbûna nivîskariya wî ye. Ji bo afirandinê pirî caran tenêtî şert e. Ev lehengê me jî tenêtiya xwe bi qijalkekê re parve dike. Lê bi rêya qijalkê berê xwe dide empatiyê; wê qijalkê dike her tişt.
Gava em bi gelemperî li ser qijalkan bifikirin, em dikarin bêjin ku ew çûkên xwedî tol in. Heger mirov neheqiyê li wan bike, ew wechê mirov ji bîr nakin û dikarin mirov ji hemû qijalkan re bêjin, heta tola xwe hilneynin nasekinin.
Ev qijalk jî bi lehengê berhemê re dijî. Lehengê sereke nivîskar Fewzî Bîlge bixwe ye û qala navên berhemên xwe yên din jî dike. Lê vê carê qijalkek bûye jiyana wî. Hingî hinî wê dibe, gava qijalk nebedî dibe hiş li ser qijalkê ye. Ew her tim di hişê xwe de dijî. Jixwe em mirov pirî caran di hişê xwe de, di bîra xwe de dijîn. Di vê berhemê de jî leheng ji aliyê hişê xwe ve hatiye dorpêçkirin, hişê wî lê hatiye xezebê.
Ez dibêjim ji ber ku leheng ji xwe direve bela xwe li qijalkê dixe. Jixwe em mirov pirî caran nedizanin bê çi dikin, acizî dibe para me. Em pirî caran kerba xwe ji serê hevdu derdixin, herî pir jî kesên ji xwe dûr; ew kesên xwe nedîtibin bela xwe li hevdu dixin. Qijalk dibe neynika lehengê sereke. Em dibêjin qey ew bi qijalkê re şer dike; lê na ew bi xwe re şer dike.
Lê di despêka nivîsa xwe de em li ser peyamên berheman sekinîbûn. Gelo Bîlge di berhema xwe Qijalkê de çi peyamê dide me? Ew êşên nivîskaran, tenêtiya nivîskaran di şexsiyeta lehengê xwe de qal dike. Ew ji hêlekê ve bextewariyê di kêliyê de dibîne. Jixwe çi dibe di kêliyê de dibe. Paşeroja mirov bîra mirov e, ew gava me dorpêç bike em ê ji kêliyê dûr biçin. Kêlî tune be pêşeroj jî ber bi têkçûnê ve diçe.
Di Qijalkê de em dibînin ku mijar bi seranserî li ser zemên e. Kesên ku zemên fêm bikin wê xwe jî fêm bikin; lê fêmkirina zemên jî ew qas ne hêsan e. Ji despêka romanê heta dawiya romanê zemên cihê xwe girtiye, ev carinan mirov aciz jî dike. Lê paşê mirov li ser zemên hûr dibe.
Hemû zemên di hişê lehengê sereke de diherike. Nivîskar li ku be jî şûngeh hişê wî ye. Di dawiya romanê de em dimînin ku li ber gola Hazarê ye. Hewl dide xwe bikuje, lê paş ve gava xwe diavêje. Li gorî hîskirina min ez dibêjim girêdayîbûna wî û meraqa wî ya li hemberî qijalkê bû sebeba jiyana wî.
Pirî caran hişê mirov dibe zindana mirov, heger em wê zindanê têk bibin em ê bêhtir xwe bibînin, wê mija jiyana mirov zelaltir bibe. Lehengê me jî bi vê yekê re mijûl e. Ew dixwaze xwe bibîne, jiyana xwe ava bike. Lê çawa, ji bo vê çi dike? Di nav tevgera xwedîtinê de ye. Piştî min berhem xelas kir, ji ber ku dostaniya min bi Bîlge re heye, ez lê geriyam û me li ser berhama wî hinekî nîqaş kir. Min tenê pirsekê jê kir: Çima ew qas tu li ser zeman sekiniyî?
Bîlge got : “Heger zeman têk biçe em ê jî biçin.”
Erê sohbeta me weke her carê xweş bû. Belkî di nivîseke xwe ya din de li ser zemên û berhaman binivîsim lê aniha jî dixwazim çend gotinan li zemên bibêjim.
Ji avakirina gerdûnê heta roja me ya îro zemên pirsgirêkeke mezin e. Herî pir ez ji zemanê fizîka qûantûmê hez dikim. Ew hinekî anarşîst e, lê fizîka klasîk hinekî faşîst e. Fizîka klasîk a bi pozîtîvizmê ve girêdayî zemên parçe dike; lê fizîka qûantûmê vê yekê nake. Zemên parçe nake, hemû zemanî bi hevdu ve girêdayî dibîne.
Fizîka qûantûmê ji me re dibêje, ji bo her kesî zemên weke hevdu naherike. Bi rastî jî min ev li lîseyê ferq kiribû. Gava mamosteyek ku min ji dersa wî hez dikir li polê bû, ders weke avê diherikî; lê heger derseke ne li gorî dilê min bûya zemên asê dibû. Ji bilî vê li hin mekanan (şûngeh) an zemên disekinî bê qey wext nediçû li hin derên din jî zemên pir zû diherikî. Ew çax em dikarin bêjin ku zemên li gorî şûngehê xwe saz dike.
Zemên: Kengî? Kîjan rojê? Cihê ku bûyer lê diherike zemên e. Şûngeh: Li ku? Li wî bajarî, li wê erdnigariyê. Cihê ku bûyer lê diqewime şûngeh e. Romanên modernîst pirî caran zemên û şûngehê ji xwe re nakin derd, herî pir li ser binhişa lehengan disekinin. Lê di romanên ne modernîst de zemên jî diyar e şûngeh jî diyar e.
Di romanên modernîst de zemên ne stabîl e li gorî kronolojiyê naherike. Di vê berhema Qijalkê de jî zemên ne stabîl e. Şûngeh hişê leheng ê sereke ye. Leheng di nav zemên de wendabûyî û nema dikare xwe ji zemên rizgar bike. Ew jî mîna zemanê fizîka klasîk parçe werçe ye. Lê ez dibêjim berhem vê tiştê ji me re dibêje, yanî vê peyamê li gorî nêrîna min xwestiye bide: “Tu bibî xwediyê hişê xwe û nebî koleyê hişê xwe wê zemên bibe hevalê te û hûn ê bi xweşî bi hevdu re bijîn; lê na heger tu bibî hêsîrê hişê xwe wê zemên te av û av bibe."


