YNK û Tevgera Goran: Divê êdî hilbijartin neyên paşxistin

Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
YNK û Tevgera Goran: Divê êdî hilbijartin neyên paşxistin

Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn. Li gorî daxuyaniyê di civînê de behsa guhertinên siyasî û peywendiyên her du aliyan hate kirin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Me behsa rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kir, rewşa siyasî ya niha ne di berjewendiya xelkê de ye. Ji bo vê pêwîst e em hemû hewla başkirin û rêxistinkirina nav mala kurd bidin. Pêwîst e YNK û Goran planek ji bo rêxistinkirina peywendiyan derbixe û bi vê demê re guncaw be. Divê lihevirinek çêbibe û êdî ji vê zêdetir hilbijartin neyên paşxistin.”