Xelîl: Nikarin Rêveberiya Xweser tune bikin

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ku di polîtîkaya Sûriyeyê de di alozî û şer de israr dike, ji bo serokkomarê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad pênaseyên weke “Kujer Esad” û “terorîst Esad” dikirin.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ku di polîtîkaya Sûriyeyê de di alozî û şer de israr dike, ji bo serokkomarê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad pênaseyên weke “Kujer Esad” û “terorîst Esad” dikirin. Erdogan, ev demeke hewl dide ji bo guftûgoya bike bi Esad re di nava hewldanan de ye. Tirkiye, hewl dide planên xwe yên êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îcar bi rêya guftûgoya bi rejîma Sûriyeyê re têxe meriyetê. Li hêla din jî li bajarê Efrînê ku dagir kiribû ketiye nava hewldanên nû. Tirkiyeyê li şûna Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO), li Efrînê komên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bi cih kir û bi vî awayî dixwaze têkiliyên xwe yên bi rejîma Sûriyeyê re sererast bike. Endamê Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî hewldanên diyalogê yên Tirkiyeyê yên bi rejîma Sûriyeyê re, nêzikatiya rejîmê ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên li ser Efrînê tên meşandin bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

 

Aldar Xelîl, dazanîn ku Tirkiye ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heta niha destwerdanê dike û wiha got: “Xwest guhertinên li Sûriyeyê têxe bin xizmeta xwe. Lewma mudaxeleyî hemû partî û hêzên dixwazin li herêmê guhertinan çêbikin, kir. Di encamê de bû sedem ku pêvajoya xwepêşandanên aştiyane veguherin pevçûnan, her wiha nêzîkatî û polîtîkayên muxalefetê bên guhertin û bibin çete. Rewşa qeyranê dirêj kir. Erdogan û rayedarên dewleta tirk 24 saetan digotin, ‘em li dijî rejîma Beşar in, xwedî li gelê Sûriyeyê derdikevin.’ Sînor vekirin û nîviya gelê Sûriyeyê birin Tirkiyeyê. Ji wir jî belavî cîhanê kirin. Bi bazara li ser penaberan re, zext li Ewropa û welatên din kirin. Dîsa li dijî Sûriyeyê bi kar anîn. Heke îro hikûmeta Şamê hêja bikare xwe li ser pêyan bigire, zilmê bike û aramî û demokrasî nehatibe Sûriyeyê, sedema vê dewleta tirk e. Dewleta tirk piştî demekê yekser mudaxeleya leşkerî kir û li ser axa Sûriyeyê komên çete wekî kevirên kişikê bi cîh kirin. Heke ji dewleta tirk nebûya, dê ji Cenevrê çares