Wezîrê parastinê yê DYA’ê dê diçe Îsraîl, Qeter û Behreynê
Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin piştî çend rojan dest bi gerekê li Rojhilata Navîn dike. Di wê gerê de dê bi serokên Îsraîl, Qeter û Behreynê û hêzên Amerîka yên li herêmê re bicive.
Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin piştî çend rojan dest bi gerekê li Rojhilata Navîn dike. Di wê gerê de dê bi serokên Îsraîl, Qeter û Behreynê û hêzên Amerîka yên li herêmê re bicive.
Berdevkê Pentagonê Patick Ryder ev agahî di civîneke çapemeniyê de parve kir. Ryder got: "Austin dê hefteya bê biçe Rojhilata Navîn, ji bo ku bi serokên Behreyn, Qeter û Îsraîlê re bicive. Her wiha dê bi hêzên me yên li wir re jî bicive."
Ryder wiha domand: “Çalakiyên Hûsiyan (Ensarûllah) îstiqrarê têk dibin, xeternak in. Diyar e ku qanûnên navneteweyî binpê dikin.”


