Wesayîta karkeran qeza kir: 24 kes birîndar bûn
Dolmîşa ku şifêrtiya wê Huseyîn Ç. dikir dema ku karkerên çandiniyê ji Şirnexê dibir Dûzceyê di xaçerêya Yazihuyuk a bajarê Nîgdeyê de ji kontrolê derket û wergeriya kêleka rê.

Dolmîşa ku şifêrtiya wê Huseyîn Ç. dikir dema ku karkerên çandiniyê ji Şirnexê dibir Dûzceyê di xaçerêya Yazihuyuk a bajarê Nîgdeyê de ji kontrolê derket û wergeriya kêleka rê. Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 jê bi giranî bi giştî 24 kes ango karkerên çandiniyê birîndar bûn. Ji birîndaran 11 jê rakirin nexweşxaneyên li Nîgdeyê, 13 kes jî rakirin nexweşxaneyên li Nevşehîrê.


