Weşanxaneya Aramê 5 pirtûk çap kirin
Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû yên bi navê “Kırık Taşlar (Kevirên Şikestî)”, “Hûmîtra”, “Sesine Geldim (Ez hatim dengê te)”, “Ez gazin im” û “Mehdiyê Kurd” çap kirin.

Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû yên bi navê “Kırık Taşlar (Kevirên Şikestî)”, “Hûmîtra”, “Sesine Geldim (Ez hatim dengê te)”, “Ez gazin im” û “Mehdiyê Kurd” çap kirin.
Pirtuka “Kırık Taşlar(Kevirên Şikestî)
Pirtûka Kevirên Şikestî ji aliyê nivîskar Rojbin Perişan ve hatiye nivîsin. Cureyê Romanê ye. Ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin. Ji aliyê Dilek Hattatoglu ve hatiye redektekirin. Mizampaja pirtûkê ji aliyê Newal Bulut ve hatiye amadekirin. Nivîskar Rojbîn Perişan, di çavê zarokek keç de çîroka welatekî û serdemekê û gelekî vedibêje.
Pirtûka Hûmîtra
Pirtûka Hûmîtra ji aliyê Nivîskar Xecê Şen ve hatiye nivîsîn. Nivîskar Şen mijara Felsefeya hûnerê ya Mêhrî-Mîtra girtiye dest. Cureyê Felsefeyê ye. Ji aliyê weşanxaneya Aramê ve hatiye weşandin. Mizanpaja pirtûkê û sazkirina bergê ji aliyê Newal Bulut ve hatiye amadekirin. Berka pirtûkê ji aliyê Rewa Celîlzade û redakteya pirtûkê ji aliyê Rêdûr Dîjle ve hatiye kirin.
Li ser berga pirtûkê têkildarî cewherê pirtûkê ev nîşe hatiye nivîsîn: “Felsef û fikira Mîhrî-Mîtrayî weku dîrokeke xwedî zêdetir 12-15 hezar sal berî zayînê li ser çiyastanê “Zaggroz”ê xûliqiye. Lewra em dikarin weku maka hemû felsefeyan bidin pênasekirin. Divê em vê şahnazî û rewayetiyê bidin xwe ku em bibêjin welatê rojê anku Kurdistan hêlîna yekemîn a fikir, felsefe û şaristaniyê ye, dergûşa felsefeyê Kurdsitan e û hin welat tenê belavkar û geşedarên felsefeyê bûne. Helbet Mîhrî-Mîtrayî felsefeya kevintirîn a kurdan e... Bawerî, fikira xwezayî û xwezaperwerî anku Mîhrî-Mîtrayî ku hêz û baweriya xwe ji hîv- rojê digire, bingeha xwe li ser her çar axşîgên “as, ax, aw, ar”ê avasaz kiriye. Heta îro jî felsefeya mirovahiyê xwe disipêre felsefe û bîr û baweriya hîv-rojê û ya her çar axşîgên “as, ax, av, ar”ê û hebûn – xwebûna xwezayê. Felsefe û rêbaza Mîtrayî hem weku fikir û hem jî weku rêbaz û ol ji bakur gihişte yewnan, Ewrûpa û hetanî Englîstanê û li rojhilatê jî hetanî welatê Çîn û Japonê û


