Wê 60 milyon û 697 hezar kes biçin ser sindoqan

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, der barê hejmara hilbijêrên ku wê di 14’ê Gulanê de deng bidin de daxuyanî da.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, der barê hejmara hilbijêrên ku wê di 14’ê Gulanê de deng bidin de daxuyanî da. Yener, da zanîn ku wê 60 milyon û 697 hezar 843 kes deng bi kar bînin.

Daxuyaniya Yener wiha ye:

“Wê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr li welêt dengê xwe bidin. Ji van hilbijêran 30 milyon û 710 hezar û 790 an ku ji sedî 50,60 jê jin in. Ji sedî 49,40’ê hilbijêran jî mêr in.”