TJA’yê di Newrozê de peyama 'Ev têkoşîn dê bidome' da

Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran kesan didome. Li gel barana zêde ya serê sibê di saetên nîvro de bi sed hezaran kes kom bûn. Newrozê bi rêzgirtin û agirê azadiyê dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
TJA’yê di Newrozê de peyama 'Ev têkoşîn dê bidome' da

Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran kesan didome. Li gel barana zêde ya serê sibê di saetên nîvro de bi sed hezaran kes kom bûn. Newrozê bi rêzgirtin û agirê azadiyê dest pê kir. Piştî peyam hatin xwendin û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk derket ser dikê, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica di pîrozbahiyê de axivî. Aynûr bi çepik û tililiyan derket ser dikê û wiha got: “Newroz, berxwedan e. Ev Newroz dê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan.” Aynûr, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo şikandina vê tecrîdê li girtîgehan berxwedaneke mezin heye. Em vê berxwedanê silav dikin. Her wiha dayik jî di berxwedana Nobeta Edaletê de ne. Em têkoşîna wan jî silav dikin. Îro li vê qadê pêşengtiya azadiyê, jinên têkoşer dikin. Em bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî' ber bi civakeke azad ve dimeşin. Dê têkoşîna azadiyê ya jinan heta dawiyê bidome. Hewl didin têkoşîna me ya azadiyê asteng bikin. Lê belê em natirsin û dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome.”