Tirkiye rojnamegerên kurd asteng dike

Di demên dawî de Tirkiye gelek hesabên medya dijîtal ên rojnamegeran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê asteng dike. Rojnameger Memed Drewş bal kişand ser zextên Tirkiye yên li dijî rojnamegerên kurd.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Tirkiye rojnamegerên kurd asteng dike

Di demên dawî de Tirkiye gelek hesabên medya dijîtal ên rojnamegeran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê asteng dike. Rojnameger Memed Drewş bal kişand ser zextên Tirkiye yên li dijî rojnamegerên kurd. Rojnameger Mehmet Drewş li ser zextên li dijî rojnamegerên Ewropa û helwesta Tirkiyeyê axivî û wiha got: “Tirkiye bi van zextan dixwaze dengê kurdan qut bike, lê bi ser nakeve.” Direwş anî ziman ku ji rojnameya Kurdistanê heta niha astengî, zext û zordariyên li dijî çapemeniya kurd her dem berdewam kiriye û wiha axivî: “Dem bi dem rê û rêbazên zext û tundiyê tên guhertin. Lê zext tu car kêm nebûye. Li dijî van zextan çapemeniya kurd astengî nas nekir û pêş ket. Di salên dawî de rojnameger raste rast bi êrîşên fîzîkî re rû bi rû dimînin. Rojnameger tên binçavkirin, girtin. Rastî êrîşan tên. Li Başûr û Rojava li dijî rojnamegeran êrîş pêk tên. Rojnameger, li Rojava rastî êrîşên DAIŞ’ê tên. Li Rojhilat jî bi heman rengî. Li ewropa jî êrîş hene. Bi taybetî ji pêvajoya televîzyonên kurd êrîş pêk