Tifaqa Ked û Azadiyê civiya

Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê civiya. Civîn bi mazûvaniya HDP’ê pêk tê.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Tifaqa Ked û Azadiyê civiya

Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê civiya. Civîn bi mazûvaniya HDP’ê pêk tê. Tifaq wê li ser meyla namzetiya serokkomariyê nîqaş bikin û dê stratejiya hilbijartina giştî ango hilbijartina parlamenteran diyar dike.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê duh civîn li dar xistibû û meyla serokkomariyê ji nû ve li ber çavan derbas kiribû. HDP wê vê meyla ji bo namzetiya serokkomariyê bi partiyên Tifaqê re muzakere bike û biryara dawî bide.

Her wiha dê HDP ji bo meyla bi yek lîsteyê bikevin hilbijartina parlamenteriyê jî bi partiyên tifaqê re nîqaş bike.