‘Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî’
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan bi giştî ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegeran pêk tê û ji bo şopandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê...

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan bi giştî ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegeran pêk tê û ji bo şopandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin, di navbera 24-29’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi gelek partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kiribû. Delegasyonê, rapora xwe ya têkildarî hevdîtinan bi civîna çapemeniyê ya online parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, veguheriye rejîmeke qanûnî û siyasî û wiha hat gotin: “Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî”
Rapor, ji hêla parêzer Altamîra Ana Guelbenzu Gonzalo û parêzer Sophie Jane Caseley ve hate xwendin.
‘Tecrîd binpêkirineke mafên mirovan a navneteweyî ye’
Di raporê de hat gotin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, binpêkirineke mafên mirovan a navneteweyî ye û ev agahî hatin parvekirin: “25’ê Adara 2023’yandê bibe sala 2’yan ku tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Rêberê kurd di sala 1999'an de hate girtin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Tevî hevalên xwe Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim di bin rejîma tecrîda girankirî de tên ragirtin. Hat qedexekirin ku her çar girtî bi parêzer û malbatên xwe re peywendiyan deynin. Ev cureya hefsa hucreyê, binpêkirina belge û standartên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ku rê li ber fikarên mezin vedike, li gorî agahiyên rayedaran û tevgera kurd, piştî pêvajoya aştiyê ya PKK-Tirkiyeyê di 2015’an de têk çû heta niha, ji bo temamiya girtîgehên din ên li Tirkiyeyê bû ‘mînak.’ Hem li hundirê welêt (ji ber ku daraz serbixwe nîne) hem jî di asta navneteweyî de xwedî dîmeneke wisa ye ku rêyên hiqûqa navxweyî yên bibandor tune ne û xwe her tim dubare dike. Weke mînak; weke ku di rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de jî hatiye diyarkirin, biryarên Dadg


