Tanrikûlû yê CHP'ê bertek nêşanê bikaranêna çekên kêmyewê da

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî gerîlayên HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî gerîlayên HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma  Kurdistanê bi kar tîne daxuyanî da.

Tanrikûlû, bi bîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Min dîmenên têkildarî îdiayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn temaşe kirin. Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji sibê û şunde ez ê pêşniyazpirsa xwe ya li ser rastiya dîmenên ku bûne palpiştên îdiayan pêşkeşî rojeva Meclisê bikim. Ecebî ku li dijî van îdiayan daxuyaniyek nehatiye kirin.”