Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi telefonê bi hev re axivîn

Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû yê ku bi tifaqa AKP-MHP’ê re diçe hilbijartinê bi riya telefonê li gel Serokê PDK’ê Mesût Barzanî hevdîtin kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû yê ku bi tifaqa AKP-MHP’ê re diçe hilbijartinê bi riya telefonê li gel Serokê PDK’ê Mesût Barzanî hevdîtin kir. HUDA PAR’ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî hevdîtinê ev peyam parve kir: “Serokê me yê giştî birêz Zekeriya Yapicioglû li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di telefonê de hevdîtin kir.” Têkidlarî naveroka hevdîtinê tu agahî nehat parvekirin.