Serokê YNK’ê Talabanî Newroza HDP’ê pîroz kir

Bi boneya Cejna Newrozê, serokê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peyameke pîrozbahiyê ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weşand.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Serokê YNK’ê Talabanî Newroza HDP’ê pîroz kir

Bi boneya Cejna Newrozê, serokê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peyameke pîrozbahiyê ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weşand.

Talebanî Newroz li hevserokên HDP’ê, endam, alîgirên HDP’ê û hemû gelê kurd ê bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Serokê YNK’ê di peyama xwe de got; “Hêvîdar im ev bîranîna neteweyî bibe sedema rêvekirina aştî û ji bo bidestxistina mafên gelê kurd li bakurê Kurdistanê, bibe sedema aştî û dewamkirina xebata demokrasiyê.”