Sempozyûma “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi sernavê “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê” sempozyûmek li dar xist.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi sernavê “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê” sempozyûmek li dar xist. Sempozyum, li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî ya Tum (TUM BEL-SEN) hate lidarxistin. Di sempozyûmê de pankartên “Bila siyaseta tecrîdê were bidawîkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibûn vekirin. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 3’yemîn a Enqereyê Alîşan Şahîn, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên sendîkayê û xwendekarên zanîngehê tev li bûn.

Parêzer Kazim Bayraktar di sempozyûmê de axivî û got ku tecrîd, êrîşeke ji bo tunekirina taybetiyên mirovbûnê ye û dîroka tecrîdê vegot.

‘Tu carî li Îmraliyê rêgezên hiqûqa asayî nehatin bicihanîn’

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ozgur Erol jî di sempozyûmê de axivî û operasyonên li Amedê hatin destpêkirin û hêj didomin bi bîr xist. Erol, diyar kir ku girtîgeha Îmraliyê ji hêla ku tu kes nikare xwe bigihînêve li Tirkiye û Ewropayê mînaka ewil e û wiha got: “Ji roja Îmrali hatiye avakirin heta niha, di nava 24 salan de bi ceribandinan û bi sepanan, şêweyeke birêvebirinê yê cihekî pêş xistin. Tu carî li Îmraliyê rêgezên hiqûqa asayî nehatin bicihanîn. Her 5 kesên li wê derê li hucreyên cuda hatin bicihkirin. Hefteyê tenê 4 rojan dikarin saetekê biaxivin. Dîrok 2009. Wê demê modêla derbasdar a girtîgehê ev nebû. Pergala herî zêde me li dijî wê îtîraz dikir, tîpa F bû. Di sala 2005’an de ji bo gumana me ya hevdîtinên bi parêzeran de hukmekî weke ‘dikare dest danin ser belge û agahiyên parêzeran’ hat zêdekirin. Ev yek her di wê rojê de li Îmraliyê kete meriyetê û êdî hevdîtin ji hêla peywirdarekî ve hatin qeydkirin. Ji vî alî ve hiqûq, bi awayekî herî berfireh hate şîrovekirin. Ev sepana ku di sala 2005’an de dest pê kir, heta sala 2016’an jî berdewam kir. Hemû hevdîtin hatin qeydkirin. Me 10 salan hewl da vê yekê ji raya giştî ya demokratîk re vebêjin. Gotin; ‘kesekî awarte ye, girtîgeha aw