Sê gund di bin avê de man
Li Wanê baran du roj in dibare. Ji ber barana zêde li sê noqteyên cuda herî herikî ser rê. Axa ku bû herî û şemitî ser rê, rêya Wan-Colemêrgê li trafîkê girt.

Li Wanê baran du roj in dibare. Ji ber barana zêde li sê noqteyên cuda herî herikî ser rê. Axa ku bû herî û şemitî ser rê, rêya Wan-Colemêrgê li trafîkê girt. Li aliyê din ji ber berfa di saetên şevê de bariyayî, ajokar û bi zor û zehmet li bihurekên Kurubaş û Guzeldereyê derbas bûn. Ji ber barana zêde, li hinek gundan jî av rabû. Komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser îxbarê çûn herêmê av lê rabûne. Hat zanîn ku gund di bin avê de mane.


