Şandeya Şengalê li Berlînê hevdîtin pêk anî

Şandeya Şengalê bi hevkariya Mala Êzidiyan a Berlînê û Meclîsa Binevş Edessa li parlamenta Elmanyayê bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Şandeya Şengalê li Berlînê hevdîtin pêk anî

Şandeya Şengalê bi hevkariya Mala Êzidiyan a Berlînê û Meclîsa Binevş Edessa li parlamenta Elmanyayê bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt. Heyeta ku Suad Murad Xelef ango Hêza Şengalî pêşengi dikir, li Berlînê bi Hevseroka Partiya Çep, Janine Wiesler; Parlementerê SPD Dirk Ulrich Mende , Seroka komîsyona Mafe Mirova Meclîsa Berlînê, Renata Alt ji partiya FDP, Parlamenterê Partiya Çep yê Berlinê Ferhat Koçak, berdevka Saziya Jina Deutscher Frauenring û bi Damigra re hevdîtin pêk anî.

Heyetê di hevdîtinan de li ser rewşa Şengalê û metirsiya êrişen li ser Şengalê, rewşa dersînorkirina

Ezîdiyan û rewşa civaka Êzidiyan li Almanya niqaş kirin. Civin bî Koordîna Mala Ezîdiya Berlinê û Meclîsa Binevş Edessa û bî xwendekaren Zanîngeha Humbold Berlinê re pêk hat.

Berdevka SMJÊ Nujiyan Gunay û Shilan jî tevlî hevdîtinan bûn.