Şadiye Manap hat berdan

Şadiye Manap ku di 1'ê kanûna 2022'yan de piştî girtina xwe ya 30 salan roja ku hatibû berdan û berî ku ji Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan derkeve hatibû binçavkirin û di 5'ê kanûnê de hatibû girtin,...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Şadiye Manap hat berdan

Şadiye Manap ku di 1'ê kanûna 2022'yan de piştî girtina xwe ya 30 salan roja ku hatibû berdan û berî ku ji Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan derkeve hatibû binçavkirin û di 5'ê kanûnê de hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1'ê hat berdan.

Rêveberên HDP’a Kocaeliyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAD-FED) û gelek jin Manapê pêşwazî kirin. Manap, bi tilîlî û kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Danişîna doza ku di sala 2020’yan de bi angaşta “Rêxistinê ava dike û bi rê ve dibe” lê hatibû vekirin duh li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hatibû dîtin û der barê wê de biryara berdanê hatibû dayîn.