Rûsyayê 50 dron xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî şevê din 50 dronên Ukraynayê li asîmanê Rûsyayê xistine xwarê.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Rûsyayê 50 dron xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî şevê din 50 dronên Ukraynayê li asîmanê Rûsyayê xistine xwarê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji wan dronan 26 li Belgorodê, 10 li Bryanskê, 8 li Kurskê, 2 li Tulayê, yek li Smolenskê, yek li Ryazanê, yek li Kalugayê û yek jî li Moskovê hatin xistin.