Rûken: Meşa azadiya Serok Apo dest pê dike
Xebatên meşa mezin bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. KON-MED’ê ji Firansa, Belkçîka, Îngîltere, Swîsre, Holanda, Danîmarka û gelek welatên Ewropa dê beşdarî meşa mezin bibin.

Xebatên meşa mezin bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. KON-MED’ê ji Firansa, Belkçîka, Îngîltere, Swîsre, Holanda, Danîmarka û gelek welatên Ewropa dê beşdarî meşa mezin bibin. Niha li her welatî federasyon û konfedarsyon vê xebatê dimeşînin û dê bi 160 otobusan gel bimeşin Kolnê. Amadekariyên teknîkî yên meşa mezin a Almanyayê bi dawî bûne. Pêkhateyên KON-MED’e bi ziyareta malbat, esnaf û saziyan xebatên xwe berdewam dikin.
Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Rûken Akça, der barê xebatên ji bo mîtînga 16’ê mijdarê agahî dan û got: “Em wekî Almanya malovaniya çalakiya mezin dikin. Dê tevahiya welatên Ewropayê di 16’ê mijdarê de bên Almanyayê. Em wekî konfederasyon KON-MED û 5 federasyonên xwe û meclisên gel û tevahiya sazî û pêkhateyên xwe xebatên mîtînga Kolnê dikin. Em bi dowîz, pankart, belavok û daxuyaniyan xebatê dikin. Ji bo beşdariya mîtîngê em bi dostan re hevdîtin dikin.”
Hezar û 300 parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
Rûken Akça, da zanîn ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de di pêşengiya dostan pêngava “Ji Rêber Apo re Azadiya Fizîkî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatibû destpêkirin û wiha axivî: “Çalakiya ku ji aliyê dostên kurdan ve dest pê kir, li cîhanê belav bû. Hem çalakiyên girseyî hatin li darxistin û hem jî pirtûkên Rêber Apo li tevahiya welatê Ewropaye hatin xwendin. Gelek konferans pêk hatin. Hiqûqnas û akademîsyen beşdar bûn. Hiqûqnas û akademîsyenan li gel parazvanên mafên mirovan gelek konferans pêk anîn. Di pêşengiya jin û ciwanan de civînên gel hatin lidarxistin. Di çarçoveya pêngavê de Zêdeyî Hezar û 300 parêzeran serî li rayedaran dan ku biçin Îmraliyê. Dîsa akademîsyenan serî li wezîran dan ku biçin Îmraliyê bi Rêber Apo re hevditin bikin. Rewşenbîrên ku xelata nobelê girtin serlêdan kirin û xwestin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin û xwestin Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe. Eger di 26 salan de me zû ev xebat kiribûna dê Rêber Apo zûtir azad bûbûya. Em rexnedayîna xwe didin


