Rojnameger Yalçin 4 roj in di bin çavan de ye

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê de, nûçegihanê ajansa Mezopotamya (MA) Hakan Yalçin di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Rojnameger Yalçin 4 roj in di bin çavan de ye

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê de, nûçegihanê ajansa Mezopotamya (MA) Hakan Yalçin di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ên bi Yalçin re hatine binçavkirin 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Meletiyê tên ragirtin.

Kar û barên wergirtina îfadeyê ya li miduriyeta polîsan hêj nehatiye destpêkirin. Hata zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de Teyfîk Kanat jî 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin û birin Meletiyê. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.