Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan

Rojnameger Nedîm Turfent di sala 2016’an de dema qedexeyên derketina derve ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê yên li Colemêrgê hatibû girtin û 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan

Rojnameger Nedîm Turfent di sala 2016’an de dema qedexeyên derketina derve ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê yên li Colemêrgê hatibû girtin û 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Turfent di 23’ê tebaxê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa K-1 a Depê ya Xarpêtê hatibû kirin. Turfent piştî girtina xwe ya 6 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa K-1 a Depê hat berdan.

Turfent li ber derê girtîgehê ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), hempîşeyên xwe, parêzera MLSA’yê û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.