Rojnameger Nedim Turfent behsa şert û mercên li girtîgehê kir

Nedîm Turfent, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hat girtin, piştî 7 salan di 29'ê Mijdarê de Girtîgeha Qereqoçanê ya Xarpêtê ya...

•
4 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Nedîm Turfent, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hat girtin, piştî 7 salan di 29'ê Mijdarê de Girtîgeha Qereqoçanê ya Xarpêtê ya Hejmar 1 a Tîpa K'yê derket. Rojnamevan Turfent behsa rewşa girtiyên nexweş, girtina rojnamevanan û 7 salên xwe yên di girtîgehê de kir.

Turfent da zanîn ku di sala 2012'an de li DÎHA'yê dest bi rojnamevaniyê kiriye û heta sala 2015'an edîtorî kirî ye û got ku piştî "pêvajoya çareseriyê" ku di 2015’an de bi dawî bû, li Colemêrgê dest bi nûçegîhaniyê kiriye. Turfent bilêv kir ku, li herêma Colemêrgê rojnamevanî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bûye wê demê û wiha got: “Ev rewş li hemû cîhanê wiha ye. Ev pêvajo, ji bo rojnamegerên li herêmeke şer û pevçûn hinekî dijwartir e. Sala 2015’an ji bo me rojnamegeran saleke dijwar bû.

Rojnamegerî hat hedefgirtin

Rojnamegerên ku nûçeyên der barê welatiyên herêmê de çêdikirin jî di heman demê de bı hedefgirtina esker û polîsan rû bi rû diman. Bi taybetî jî piştî ku min nûçeya bi ser navê ‘Hûn ê hêza Tirkan bibînin’ û gelek nûçeyên dîtir çêkirin ez hedef hatim girtin. Her wiha di wê pêvajoyê de, ji ber ku me binpêkirinên mafên mirovan, welatiyên ku mal û taxên wan dihatin wêrankirin, şewitandin, hilweşandin û welatiyên sivîl ên li bajêr dihatin qetilkirin anîn zimên, em ji aliyê esker û polîsan ve hedef hatin girtin. Helbet di wê pêvajoyê de wekî çav û guhê gel, me nûçeyên xwe nivîsîn û ew xistin rojeva raya giştî. Nûçeyên ku me çêkirin wekî delîlên sûcî hatin hesibandin.”

‘Gefên mirinê li min hatin xwarin’

Turfent anî ziman ku wê demê gelek malperên medyaya sanal yên wekî "JÎTEM"ê bi kuştinê gef lê xwarine û ev tişt anîn ziman: “Em xebatkarên çapemeniya azad û çapemeniya kurdî, cesaret û helwesta xwe ya bi rûmet ji Apê Mûsa digrin. Çi qas astengî hebin jî em tu carî dest ji heqîqetê bernadin. Ger bedelên mezin bên dayîn, em amade ne ku wê bedelê jî bidin. Me ev tişt roja ewil da berçavan. Bi vê biryar û baweriyê dê pênûsa me di destê me de be û em ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. Pêvajoya darizandina min, bi rastî jî rewşeke trajîkomîk bû. Eşkere bû ku beriya dadgehê biryarek hatiye dayîn. Di pêvajoya binçavkirinê ya ewil de plan dikirin ku min winda bikin û piştî ku ev yek pêk nehat, biryara windakirinê ya nediyar hat guhertin û ez bi rêya darizandinê hatim cezakirin û ez şandim girtîgehê. Ev biryara cezakirinê pêşiya ku ceza li min bibirin, li salona dadgehê bi awayekî trajîkomîk hat xwendin. Di dema darizandinê de jî hêmaneke sûcî ya berbiçav tune bû. Ger dosyeya min li bajarekî din ê Tirkiyeyê bûya, bawer dikim ku dê biryara beraetê jî bihata dayîn. Ez di wê baweriyê de me ku dadwer û dozgerên ku min didarizandin jî ji ber biryarên siyasî û ji ber zextan biryareke wisa girtin. Ez wisa difikirim ku ji ber sedemên siyasî cezayên wisa giran der heqê min de hat dayîn.”

Pêvajoya binçavkirinê

Turfent behsa serpêhatiya xwe di dema binçavkirinê de jî kir. Turfent wiha behsa wê rojê kir: “Piştî çend rojên qedexeya li kolanên Geverê hatibû îlankirin, em bi wesayîta xizmekî xwe diçûn Wanê. Di têketina bajêr de pêşiya me bi wesayîtên zirxî hat girtin. Di dema binçavkirinê de, çendî min got 'ez rojnameger im' jî polîsan em asteng kirin û gotin ‘ger hûn ji wesayîtê peya nebin em ê we gulebaran bikin.' Dema em ji wesayîtê peya bûn, dest bi êrîşê kirin. Min li ser piştê danîn erdê û destên min ji paş de kelepçe kirin. Dest bi lêdanê kirin; bi sîle, kulm, mist û pehînan li min xistin. Bi rastî jî çend kesên rûpoş ku di nav wan de bûn û min fêm kir ku ev hêzên tevgera taybet in, bi deqeyan li pişta min xistin û li ser pişta min xwe hildavêtin. Di dema binçavkirinê de jî ez ji aliyê polîsan ve rastî îşkence û şîdetê hatim. Her çi qas min diyar kir ku ez rojnamevan im jî ji min re gotin ‘Em dizanin ku tu rojnamevan î û em jî li te digeriyan. Armanca me ev e û em jî vê armancê pêk tînin.’ Çek spartin serê min û karta çapemeniyê