Rojnameger Derya Ren ji girtigehê derket
Rojnameger Derya Ren ku di cotmeha 2022’an de bihceta cezayê wê yê berê heye hat girtin, ji girtîgehê derket.

Rojnameger Derya Ren ku di cotmeha 2022’an de bihceta cezayê wê yê berê heye hat girtin, ji girtîgehê derket. Rojnameger û Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren, di 25’ê cotmeha 2022’an de hatibû girtin û piştî 22 mehan girtî ma, ji girtîgehê derket. 6’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê li Rojnameger Ren bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 13 meh û 15 roj ceza le biribû.
Ren piştî cezayê lê hatibû birîn di girtîgehê de ma îro di saetên êvarî de ji girtîgehê derket. Komek rojnameger û endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DFG’ê û malbatê Ren li pêş girtîgehê ew pêşwazî kir. Hevalên Ren, ew bi çepik û tilîliyan pêşwazî kir.


