Rojnameger dê cezayê li 8 hevalên wan hate birîn protesto bikin
Di danişîna biryarê ya duh hatiye lidarxistin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtserver, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û...

Di danişîna biryarê ya duh hatiye lidarxistin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtserver, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim; nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger û stajyerê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan hatin darizandin. Di danişînê de derbarê 8 rojnamegeran de cezayên hevsê hatin dayîn.
Di danişîna biryarê ya li Dadgeha 4’emîn a Cezayê Giran a Enqereyê de hatiye lidarxistin derbarê Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan de biryara beraetê; derbarê Dîren Yûrtsever, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan yalçin, Emrûllah Acar, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim û Oznûr Degerê de jî 6 sal û 3 meh cezayên hefsê hatin birîn.
Li dijî cezayên li rojnamegeran hatine birîn bertek didomin û dê li Amed, Stenbolê û Enqereyê ev ceza dê bi daxûyaniyan werin protestokirin.
Di vê çarçoveyê de 6’ê tîrmehê di pêşengtiya Komeleya Rojnemegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê de dê saet di 17:30’an de li pêşiya avahiyê DFG’ê daxuyaniya çepemeniyê were lidarxistin.
Dîsa di 6’ê tîrmehê de Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Matbaayê (DÎSK Basin-Îş), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), DFG’ê û MKG’ê dê li Qada Şîşhaneya Beyoglûyê saet 18.00’an bi girseyî daxuyanî were dayîn.


