Rojnameger Boltan hate berdan
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê dabû. Yek ji wan jî rojnameger Hakkı Boltan bû. Rojnameger Boltan duh ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Amedê û hate binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê dabû. Yek ji wan jî rojnameger Hakkı Boltan bû. Rojnameger Boltan duh ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Amedê û hate binçavkirin. Boltan, piştî kirariyên li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê hate kirin. Boltan, li dozgeriyê bi îdiaya “Endamê rêxistinê” îfade da û bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Amedê hate kirin. Dadgeriya Cezayên Silhê jî bi şertê kontrola edlî rojnameger Boltan berda.


