Rêya rizgariya ji fermanan xwe-parastin e
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Sara Botan da diyakirin ku rêya rizgariya ji ferman û qirkirinên li ser civaka êzidî, tenê bi avakirina nasnameya azad, hişmendiya xweparastinê û pêşengiya jinan a cewherî pêkan e.

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdûllah Ocalan a Şengalê bi dirûşma ‘Edaleta veguhêz wê bibe bingeha entegrasyona demokratîk’ li Şengalê konferansekê li dar xist. Rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan, nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên olî jî di nav de nêzî 200 kes ji Şengal, Silêmanî, Mexmûr, Mûsil, Bexda, Kerkûk, Hewlêr, Dihok û Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Di konferasê de hem derbarê fermanên ku pêk hatine û encamên wan hem jî li ser entegrasyona demokratîk hat axaftin.
Endama Akademiya Jineolojiyê Sara Şengalî jî di konferansê de li ser mijara ‘ferman û jin’ axivî û bal kişand lêgerîna jin û mêran a di nasnameyê de, rola dîrokî ya jinan û berevajîkirina vê rolê axivî. Sara Şengalî di axaftina xwe de her wiha pirsa ‘Gelo di xwezaya civakê de qirkirin heye?’ pirsî.
Em derbarê mijarên ku di konferansê de hatin axaftin, girîngiya jinan a di nav civakê de û êrişên ku li ser jinan pêk tên, bi endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Sara Botan re axivîn.
Di destpêkê de hûn têkiliya navbera hebûn, nasname û heqîqeta gerdûnî de çawa pênase dikin? Dema mudaxaleyeke ji derve li ser hebûnekê çêbibe, çi rû dide?
Di gerdûnê de her hebûn hem dewlemendiyek e hem jî li ser felsefeya gerdûnê ya hevtemamkirinê çêbûye. Eger bi taybemendiyên bingehîn ên hebûnekê re were lîstin û ji derve mudaxale lê were kirin, ew hebûn êdî nabe ya xwe û nikare bi heqîqeta xwe ya cewherî bijî.
Di roja îro de, çi jin û çi jî mêr bin, li ser lêgerîna hebûn û nasnameya xwe ne. Ji bo ku mirov bigihîje vê heqîqetê, divê bersiva sê pirsên bingehîn bide: “Divê mirov çi bike, ji ku dest pê bike û em ê çawa bijîn?”
Di dîrokê de, beriya ku dewlet ava bibin, jinan li dora xwe civakbûn ava kir, exlaq, pîvan û rûmet da qezenckirin. Lê îro ev rastî hatiye berevajîkirin û cihê jinan di civakê de gelekî qels bûye. Ji bo ku em tehlîleke rast a dîrokî û civaknasî bikin, divê em berî her tiştî wan pênaseyên ku li ser hebûn û nasnameya jinan hatine barkirin bikin ber lêpirsînê.
Te di axaftina xwe ya di konferansê de bal kişand ser xwezaya civakê û pirsa ‘Gelo qirkirin û kuştin di xwezaya civakê de hene?’ pirsî. Di vê çerçoveyê de têgih û nêzîkatiyên tundiyê çawa ketin nav jiyana me û di nav civaka êzidî de çawa tên binavkirin?
Helbet di xwezaya civakê de qirkirin nîne. Ew peyv û pêkanîn bi pêşketina desthilatdarî û zihniyeta mêrê kujer ve ketin ser ziman û jiyana civakê. Ev sîstem weke qedereke reş li ser civak û jinan hat ferzkirin da ku çavên wan bitirsînin û wan bixin bin serweriya xwe.
Navê kuştinê ji aliyê civakî ve çi dibe bila bibe, wateya wê binpêkirina pîvanên mirovahiyê ye. Hêzên desthilatdar ji bo rewakirina kiryarên xwe, li gorî rêje û hejmarê navên weke kuştin, qetilkirin û qirkirinê li van hovîtiyan dikin. Di nav civaka me ya êzidî de jî qirkirin weke ‘ferman’ tê binavkirin. Lê di encamê de, her kuştinek ferman e, qirkirin e û êrişeke li dijî pêvanên exlaqê civakê ye. Pêwîst e em di pênasekirina van peyvan de hişyar bin, neyên lîstokan û bi xurtî li dû mafê xwe bigerin.
Tê zanîn ku di êrişan de hedefên yekemîn jin in. Çima di dema ferman û qirkirinan de herî zêde jin tên hedefgirtin?
Di fermanan de hemû civak, bawerî, çand û kok tê hedefgirtin, lê belê jin weke parêzvan û avakera van nirxan herî zêde dikeve ber êrişan. Di qirkirinan de ruxmê ku zilam zêdetir tên kuştin jî, li ser jinan rêbazên herî dijwar tên bikaranîn. Desthilatdar bi rêya tadeya li ser jinan, hewl didin îradeya mêr û giştî civakê bişikînin. Ew dizanin ku eger jin hebe û bi çand û baweriya xwe ve girêdayî be, ew civak bi qirkirina fizîkî tune nabe.
Ji aliyê dîrokî ve, civakbûn û exlaq bi pêşengiya jinan bi pêş ketine. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji ber ku her du peyv ji heman kokê tên, şopa xwe li her derê hiştiye. Di nav civaka me ya êzidî de li ruxmê zayendperestiya kûr, şopên çanda dayika xwedawend hîn jî hene; weke mînak di rêûresman de jin çirayê hildigirin û civak li dû wan diçe. Dîsa lehengên weke Daye Zero, Meyan Xatûn û di fermana 2014an de Naciya Hecî, Suat Îbrahîm, Ş. Berîvan û Ş. Cîlan îspat kirin ku dema jin cewher û îradeya xwe ya azad nas bike, dibe pêşenga parastina ax û rûmeta xwe.
Tê zanîn ku pergala desthilatdar berxwedaniya jinan di tarîtiyê de dihêle û rola jinan a di nav civakê de berevajî dike. Erka zilaman di mijara azadiya jinan de divê çi be?
Pergala desthilatdar dîroka berxwedan, êş û azadiyê ya jinan her tim vedişêre û înkar dike. Ji ber vê yekê îrade û nasnameya jinan lawaz dibe û gelek jin rewşa heyî qebûl dikin. Pirsgirêka azadiyê û rizgariya ji fermanan tenê ne erka jinan e; di vî warî de erka mezin dikeve ser milê mêran jî.
Rêber APO dibêje: “Pîvana zilamê sosyalîst bi şêwaza axaftina wî ya bi jinekê re diyar dibe.” Zilam divê li ser felsefeya azadiyê kûr bibin, xwe berpirsyar bibînin û xwe ji nû ve ava bikin. Jin ne muhtacê parastina mêr e, ne amûreke hilberîna zuriyetê ye û ne jî xizmetkara malê ye. Ev terîfên sîstema koledariyê ne. Pêwîst e mêr hinekî jî be hewl bide ku bi çavên jinan li jiyanê binihêre û li pêşiya pêşengiya wê nebe asteng.
Di fermana 3yê tebaxa 2014an de rewşa jinan çawa bû û îro bandor û şerê derûnî yê fermanê li ser jin û civakê çawa berdewam dike?
Di fermana 3yê tebaxa 2014an de me rasterast dît ku tiştên li hemberî civakê hatin kirin, du qatê wê li dijî jin û zarokan hatin meşandin; hatin revandin, firotin û kuştin. Îro li ruxmê ku gelek jin bi fedakariya HSD û YPG-YPJê hatin rizgarkirin jî, ferman bi dawî nebûye. Ev jin niha bi tadeya civakî û êşên derûnî re rû bi rû ne. Sazî û rêxistinên ku qaşo ji bo alîkariyê hatine (çi yên girêdayî başûrê Kurdistanê çi yên Ewropayê), bi dûrxistina van jinan ji welatê wan, xizmetê ji parçekirina civaka me re dikin.
Her wiha, bi rêya medyaya dîjîtal şerekî derûnî yê pir giran li ser civakê tê meşandin. Belavkirina wêne û dîmenên hovane tirsê di nav dilê hemû jinan de zindî dihêle. Hovîtiyên weke dayîna xwarina goştê zarokan bi dayikên wan, derûniya jinan bi saxî kuştin. Tevî vî şerî jî jinan dev ji îradeya xwe berneda, lê îro ji ber nebûna piştgiriya malbatî û civakî, ev birîn hîn kûr dibin.
Hûn di axaftina xwe de balê dikişînin ser pirsgirêkên mîna zewaca temenbiçûk, koçberî û xwekuştinê ku piştî fermanê zêde bûne. Hûn van encaman çawa dinirxînin?
Ev hemû encamên pergalî û berdewamiya fermanê ne. Ji ber fikarên fermanê û siyaseta tunekirinê, civak pirbûna hejmarê weke çareseriyê dibîne û berê xwe dide zewacên temenbiçûk. Lê rastî ne wisa ye; parastin ne bi hejmarê, bi zanebûn û rêxistinbûnê çêdibe. Van zewacan hiştiye ku jinên ciwan tenê bimînin û ji jiyana civakî werin dûrxistin.
Mijara din xwekuştin e. Berî fermanê ev diyarde pir kêm bû, lê îro ji ber wendabûna wateya jiyanê, tirsa fermanê û bandora neyînî ya medyaya dîjîtal, xwekuştin di nav ciwan û her temenî de zêde bûye. Her wiha, ambargoya aborî û valakirina gundan a ji salên 1974-75an ve dihêle ku civak ji axa xwe ya bi xêr û bereket dûr bikeve û hêza xwe ya hilberînê wenda bike. Ev hemû dihêlin ku mirov tenê li ser rojane bifikire û hêviya xwe ya li ser pêşerojê wenda bike.
Pirsa dawîn, li gorî we rêya yekane ya rizgariya her demî ji ferman û qirkirinan çi ye? Divê jin û civaka êzidî ji niha û pê de çi bikin?
Rêya yekane û stratejîk a rizgariyê xwe-parastin, xwe-birêxistinkirin û xwe-birêvebirin e. Di fermanên berê de berxwedan hebû lê rêxistinbûn, yekîtiya siyasî û hişmendiyeke kûr a parastinê tune bû. Piştî fermana 2014an, em fêrî vî karî bûn. Îro li ser bingeha fikra neteweya demokratîk û komunal, em hewl didin xwe bi rêxistin bikin.
Ji bo ku em tenê bi navê ferman û qirkirinê neyên naskirin, divê em bi nasnameya xwe ya cewherî, siyasî û civakî derkevin pêş. Di warê hiqûqî de jî, divê em bixwe dosyayan amade bikin û ji kujeran hesab bixwazin, ji ber ku ti saziyên dewletî û navneteweyî vî karî ji bo me nakin. Di van komîsyon û saziyan de divê jin bi rola xwe ya pêşeng tev lê bibin. Eger jin di qada siyasî, civakî, aborî û xwe-parastinê de xurt bibe, civak jî xurt dibe. Tevî hemû berdêlên giran, em ê dev ji vê rêya azad bernedin!


