Rêwiyên Azadiyê li Kopê Evrîm Demîr bi bîr anîn
Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ên Baskê Qersê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd derketine rê, gihiştin navçeya Kopê ya Mûşê.

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ên Baskê Qersê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd derketine rê, gihiştin navçeya Kopê ya Mûşê. Rêwiyên azadiyê, malbata Evrîm Demîr a 18 salî ku di salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14’ê tîrmehê de di 17’ê tîrmeha 2011’an de li baxçeyê mala xwe ya li navçeya Kopê laşê xwe dabû ber agir, ziyaret kirin. Rêwiyan li cihê çalakiya Evrîm Demîr daxuyanî dan û deqîqeyekê rêz girtin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal a li vir axivî, wiha got: “Evrîm Demîrê di salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de laşê xwe da ber agir. Ez li ber bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Îro em vê meşê jî tam ji bo ku kurd bibin gelekî azad û rêbertiyekî azad dikin. Em bi vê baweriyê ber bi azadiyê ve dimeşin.”
Bavê Demîrê jî wiha got: “Em mafê xwe dixwazin tiştekî din naxwazin.” Dayika Demîrê, Suheyla Demîrê jî spasiyên xwe pêşkeşî meşvanan kirin. Demîr anî ziman ku dê dest ji doza xwe bernadin ûji bo serdanê spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin. Bîranîn bi dirûşma “şehîd namirin” bi dawî bû.


