Rêwîtiya bîra sînemaya kurd/Kurdistanê-3

Fîlmên kurdî di nav pergala belavkirinê ya ku salonên sînemayê yên bazarganî serwer in de bi qasî pêwîst cih nagirin. Şirketên mezin ên belavkirinê, ji ber fikarên siyasî û fikara gişeyê (dahatê), hema hema hevsengiya salonan nadorînin van fîlman an jî derfetên nîşandanê pir kêm didin wan.

•
1 deqe xwendin
Rêwîtiya bîra sînemaya kurd/Kurdistanê-3

Veysî Altay

Pirsgirêkên belavkirin û nîşandana sînemaya kurdî

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên sînemaya kurdî ne tenê çêkirina fîlman bixwe ye, di heman demê de gihandina van fîlmên hatine çêkirin e ji bo temaşevanan bi rengekî domdar û berfireh. Ji ber vê yekê, pirsgirêkên avahîsazî yên di qada belavkirin û nîşandanê de, bi qasî pêvajoya hilberînê xwedî girîngiyeke diyarker in. Fîlm hatibin çêkirin jî, ji ber astengiyên siyasî, aborî û çandî, gihîştina wan a ji bo temaşevanan piraniya caran zehf dijwar dibe.

Wekî ku di nimûneya MKMê de tê dîtin, di rabirdûyê de îmkan hebûn ku hilberîner van pêvajoyan di nav avahiyên xwe yên kollektîf de nîqaş bikin, berhemên xwe bi tevahî belav bikin û bi rengekî kollektîf xwedî li wan derkevin. Di roja me ya îro de dema ku derhêner dixwazin belavkirin û xuyabûnê (dîtinê) peyda bikin, neçar dimînin ku bi rengekî ferdî performanseke zêde nîşan bidin. Tam di vê qonaxê de, bazar û sermaye, hin saziyên alternatîf û kovar jî di nav de, hewl didin van derhêneran bixapînin, bikişînin nav pergala xwe û hilberînê bikin amûr.

Fîlmên kurdî di nav pergala belavkirinê ya ku salonên sînemayê yên bazarganî serwer in de bi qasî pêwîst cih nagirin. Şirketên mezin ên belavkirinê, ji ber fikarên siyasî û fikara gîşeyê (dahatê), hema hema hevsengiya salonan nadorînin van fîlman an jî derfetên nîşandanê pir kêm didin wan. Ji xeynî vê, gelek fîlmên bi kurdî an jî bi mijara kurdî, di serdemên cuda de rastî sansûr, qedexe û astengiyên cuda yên îdarî hatine. Gelek sînemagerên kurd ji ber fîlmên ku çêkirine rastî ceza û mueyîdeyên hiqûqî û îdarî hatine. Betalkirina nîşandanên di festîvalan de, nedana salonan an jî nedana destûrên pêwîst ji aliyê rêveberiyên herêmî ve û tayînkirina qeyûman li ser rêveberiyên herêmî ji faktorên girîng in ku derbasbûn û belavbûna sînemaya kurdî sînordar dikin.

Kêmasiyên aborî jî di nav sedemên bingehîn de ne ku bandorek xirab li ser çêkirin û pêvajoyên belavkirina fîlman dikin. Di çarçoveya sînemaya kurdî de ku jixwe xwedî derfetên hilberînê yên sînordar e, budceyên reklam û danasînê piraniya caran tune ne an jî di astên pir kêm de dimînin. Bilindbûna lêçûnên çêkirin û belavkirina fîlman, gihandina berhaman ji bo girseyên berfirehtir ên temaşevanan zehf dijwar dike. Her wiha nebona sînemayên serbixwe yan jî kêmbûna wan li herêmên ku kurd bi pirranî lê dijîn, derfetên nîşandana alternatîf pir sînordar dike. Li gel vê yekê, rawestana piştgiriya festîval û fîlmên ku berê ji aliyê hin şaredariyan ve dihatin piştgirîkirin—piştî tayînkirina domdar a qeyûman li ser piranîya wan şaredariyan—pirsgirêkên di qada kişandin û nîşandanê de hîn kûrtir kirine.

Nîşankirina fîlmên ku bi kurdî hatine kişandin wekî "fîlmên siyasî" bi pêşdaraziyê, faktoreke din e ku bandorê li pêvajoyên belavkirin û nîşandanê dike. Lê belê sînemaya kurdî ne tenê mijarên siyasî, her çend kêm be jî mijarên din ên cuda jî digire nav xwe. Tevî vê yekê, nirxandina fîlman bi nêrîneke yekalî, gihîştina wan a ji bo girseyên berfireh ên temaşevanan dijwar dike. Her wiha siyasîbûna sînemaya kurdî jî tiştekî neçar e. Ji bo kurdên ku sed sal in ji aliyê çar welatan ve hatine mêtinger kirin, daxwaz û biryardariya vegêrana têkoşîna xwe ya mafdar bi riya sînemayê tiştekî jênevebûyî ye.

Yek ji qadên herî giring ku sînemaya Kurdî dikare bi temaşevanan re bicive festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî ne. Lê li vê qadê jî prsgirêkên avahîsazî yên girîng hene. Ji ber ku kurd di warê hiqûqa navneteweyî de xwedî statûya dewletek serbixwe û naskirî nîn in, fîlmên kurdî piraniya caran li ser navê welatên ku lê hatine çêkirin an jî derhênerên wan hemwelatiyên wan in (wekî Tirkiye, Iraq, Îran an Sûriye) beşdarî festîvalan dibin. Ev rewş rasterast bandorek neyînî li ser temsîla çandî û dîtbariya sînemaya kurdî ya di qada navneteweyî de dike.

Ji ber ku derfetên nîşandana bazirganî sînordar in, platformên weşana dîjîtal ji bo sînemaya kurdî alternatîfên girîng pêşkêş dikin. Dîsa jî, dîtbarîya fîlmên kurdî di platformên dîjîtal ên cîhanî de hê jî di asteke kêm de ye. Pirsgirêkên derbarê mafên xwedîtiyê (zagonî), polîtîkayên naverokê yên platforman û kêmasiyên danasîn û bazarkirinê belavbûna dîjîtal sînordar dikin. Gelek fîlmên kurdî yên ku li derveyî hevbendiyên navneteweyî ne, nikarin bi şirketên belavkirinê yên navneteweyî re peyman çêbikin; ji ber vê yekê fîlm pirranî di nav torên belavkirinê yên sînordar ên festîvalan de dimînin.

Ji bo domdariya darayî ya sînemaya kurdî tê dîtin ku piştgiriya karsazan jî pir sînordar e. Di nav sedemên vê de; dîtina sînemaya kurdî tenê wek qadeke siyasî, fikara ku ji ber piştgiriya ji sînemaya kurdî re rastî xezeba dewletê werin, çêkirina berhaman bi zimanê kurdî, nedîtina cihê pêwîst di salonên bazarganî de, nebûna toreke xurt a belavkirinê û zehmetiyên avakirina pêwendiyeke domdar bi temaşevanan re hene. Ev merc dilxwaziya sektora taybet ji bo veberhênana di qada sînemayê de kêm dikin û di rêya xurtbûna saziyane ya xebatên fîlmên kurdî de astengiyeke girîng çêdikin.

Wek encam, pirsgirêka bingehîn a sînemaya kurdî ne tenê dabînkirina domdariya çêkirina fîlman e. Di heman demê de gihandina van fîlman e ji bo temaşevanan bi rêya toreke belavkirinê ya bibandor, domdar û berfireh. Monopolên belavkirinê, kêmasiyên aborî, zextên siyasî, tora sînordar a salonan û budceyên kêm ên danasînê faktorên sereke ne ku dîtbarîya sînemaya kurdî kêm dikin. Li dijî vê yekê, berbelavbûna platformên dîjîtal, zêdebûna hevbendiyên navneteweyî û pirbûna festîvalên serbixwe yên fîlman ji bo ku sînemaya kurdî bigihîje girseyên berfirehtir ên temaşevanan derfetên girîng pêşkêş dikin.

Xurtkirina van derfetan bi rêbazên piştgiriya saziyane û modelên alternatîf ên belavkirinê, dê ji bo bipêşketina domdar a sînemaya kurdî diyarker be. Di heman demê de nebûn an jî kêmasiya binesaziya sînemayê li bajaran e ku tevgera kurdî û dînamîkên herêmî lê de xurt in, ne tenê nebona îmkanan e; pirsgirêka kêmkirina mafên çandî, hafizaya kollektîf û qada giştî ye. Rêveberiyên herêmî û saziyên çandî yên pêywendîdar neçar in ku ji bajaran heta navçeyan, heta gundan qadên serbixwe yên nîşandanê ava bikin ku hilberîna herêmî bi gel re bicivînin. 

Derxistina sînemaya kurdî ji monopoliya navendê û misogerkirina gihîştina herêmê ji bo çîroka xwe girîngiyeke taloqnebar a polîtîkayeke alternatîf a çandê û berpirsyariya parastina hafizaya civakî ye. Di vê rêyê de şaredarî û saziyên civakî yên sivîl neçar in ku ne tenê di navendên mezin de, di cihên herî biçûk ên niştecihbûnê de jî qadên alternatîf ên nîşandanê yên giştî ava bikin ku fîlmên hatine kişandin bikaribin bi temaşevanan re bicivin. Gihîştina hilberîna herêmî ji bo temaşevanan di erdnîgariya xwe de, mercê herî bingehîn e ji bo demokratîkbûna çandî.