QSD’ê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon lidarxist

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku yekîneyên wan ên taybet li bajarokê El Deşîşe yê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dar xistiye û di encamê de rêveberekî DAIŞ’ê û...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
QSD’ê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon lidarxist

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku yekîneyên wan ên taybet li bajarokê El Deşîşe yê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dar xistiye û di encamê de rêveberekî DAIŞ’ê û gumanbarek girtî ye.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon bi piştgiriya bejahî û hewayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dar xistî ye û da zanîn ku di operasyonê de, çek, amûrên teknolojî, belgeyên ku têkiliyên wî bi DAIŞ`ê re îsbat dikin, hatine desteserkirin.