'Qeyûmê Qoserê 106.5 milyon deyn li pey xwe hişt
Hikûmeta desthilatdar piştî darbeya 15’î tîrmeha 2016’an qeyûm tayînî şaredariyîn kurdan kir. Qeyûm piştî hatin ser kar, xaredarî xistin bin deynan û tenî ji bo derdorîn xwe xizmet kirin....

Hikûmeta desthilatdar piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016'an qeyûm tayînî şaredariyên kurdan kir. Qeyûm piştî hatin ser kar, xaredarî xistin bin deynan û tenê ji bo derdorên xwe xizmet kirin. Qeyûman li her derê li dû xwe texrîbat hiştin û şaredarî di binê deynan de hiştin. Yek ji cihê ku qeyûm hat tayinkirin navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye. Lê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31'ê Adarê de DEM Partî li Qoserê bi ser ket û Hamdiye Bilek Turgay û Zeyni Îpek wekî hevşaredar hatin hilbijartin û di 3'yê Nîsanê de mazbataya xwe girtin. Di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de DEM Partiyê ji sedî 70,58 li Qoserê bi ser ket û gel bersiva qeyûman da.


