Qeyûmê Qersê bi carekê heqê rê 6 lîre zem kir
Piştî hilbijartinê bi bihabûna sotemeniyê re li gelek bajaran heqê rêyên wesayîtên nav bajar tên zemkirin.

Piştî hilbijartinê bi bihabûna sotemeniyê re li gelek bajaran heqê rêyên wesayîtên nav bajar tên zemkirin. Di vê çarçoveyê de qeyûmê Qersê bi carekê heqê rê 6 lîre zem kir û ji 8 lîreyan derxist 14 lîreyan. Li bajar rêya herî dûr a bi wesayîtên nav bajar mirov diçê bi qasî 7 kîlometreyan dirêj e. Rêjeya zemê li bajar bû sedema bertekan.


