‘Qanûna Sansurê’ ji aliyê Erdogan ve hat erêkirin

‘Qanûna Sansurê’ ku der barê wê de gelek nîqaş hatin kirin û azadiya ragihandinê bin pê dike ji aliyê Erdogan ve hat erêkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

•
1 deqe xwendin
•Kadrî Esen
‘Qanûna Sansurê’ ji aliyê Erdogan ve hat erêkirin

‘Qanûna Sansurê’ ku der barê wê de gelek nîqaş hatin kirin û azadiya ragihandinê bin pê dike ji aliyê Erdogan ve hat erêkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Hin xalên qanûnê wê ji 1’ê çile û 1’ê nîsana 2023’yan şûn ve bikevin meriyetê û bêne pêkanîn.

Bi vê erêkirinê re zexta li ser weşangeriya înternetê, medya sanal û nivîsandinên şexsî zêde bû û gefeke mezin li azadiya ramanê ket.

Partiya Komarê ya Gel (CHP) wê ji bo betalkirina qanûnê wê li serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.