PolitikART bi rêzepodcasteke nû derket pêşberî guhdarvanên xwe

Kovara fikr û hunerê PolitikART, di çarçoveya xebatên xwe yên medya sanal de li ser malpera xwe ya înternetê dest bi rêzepodcasteke nû kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
PolitikART bi rêzepodcasteke nû derket pêşberî guhdarvanên xwe

Kovara fikr û hunerê PolitikART, di çarçoveya xebatên xwe yên medya sanal de li ser malpera xwe ya înternetê dest bi rêzepodcasteke nû kir. Kovara ku di mijarên mîna Bîranîn-Çîrok, Wêje, Porte, Wergerê de naverokan hildiberîne bi navê “Di dîrokê de çi bû?” bernameyeke nû ya podcastê da destpêkirin.

Rêzepodcasta ku bûyerên dîrokî bi belge û şahidan bigire dest, wê her wiha der barê dîroka kurdan de pêşniyarên çavkanî û mijaran jî bike. Mêvanê beşa yekemîn ê bernameya ku ji aliyê rojnameger Mahîr Firat Fidan ve tê amadekirin Akademîsyen û Dîroknas Dr. Îsmet Konak bû. Di bernameyê de Konak bersivên pirsên der barê koçberkirina kurdan a dema Yekitiya Sovyetan a di navbera salên 1937-1938’an de da.

Bername wê ji du hefteyan careke bê weşandin û kesên dixwazin xwe bigihînin beşa yekemîn a bernameyê dikarin vê lînkê bitikînin:

https://politikart.net/yazi/tarihte-neler-oldu-1