Polîsan Rojnameger Kibriye Evren binçav kir
Vê serê sibehê polîsan bi ser mala editiora JINNEWS'ê Kibriye Evren de girtin û ew kirin bin çavan.

Vê serê sibehê polîsan bi ser mala editiora JINNEWS'ê Kibriye Evren de girtin û ew kirin bin çavan. Polîsan demek dirêj li mala Kibriyeyê lêgerîn kirin û nehat hînbûn ku Kibriye ji bo çi hatiye binçavkirin. Hat hînbûn Kibriye birine Mudurtiye Şaxa Terorê ya Kocaeliyê.


