Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin.

Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan, bi ser avahiya partiyê ya bajêr, avahiyên navçeyên Bûca û Konakê de jî girtin. Lêgerînên li avahiyan didomin.


