Polîsan Hevserokên DEM Partiya Wanê binçav kirin
Polîsan di danê sibehê de li Wanê bi ser gelek malan de girtin.

Polîsan di danê sibehê de li Wanê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes binçav kir. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Polisan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.


