Polîsan 7 rojnameger binçav kirin

Polîsan di saetên sibehê de li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Polîsan 7 rojnameger binçav kirin

Polîsan di saetên sibehê de li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan hate binçavkirin.

Polîsan di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de jî nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û Saliha Aras û xebatkara Çapemeniya azad, Yeşim Alici, Beste Argat Balci û Şirin Ermiş Alici hatin binçavkirin.

Dibe ku hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.