Polîsan 3 rojnamegeran binçav kir
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de polisan di saetên zû yên serê sibehê de li Enqere û Îzmîrê bi ser malên rojnamegeran de girt.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de polisan di saetên zû yên serê sibehê de li Enqere û Îzmîrê bi ser malên rojnamegeran de girt. Li Enqerê, polisan di serdegirtina malan de piştî ku lêgerîn pêk anîn nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan û rojnameger Sîbel Yukler de girtin û ew binçav kirin.
Sedema binçavkirina her du rojnamegeran jî nehat zanîn û hat hînbûn ku di serdegirtina mala Arslan de polîsan telefon û qompîtura wî desteser kirine. Piştî binçavkirinê Arslan û Yukler birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de polisan li Îzmîrê jî bi ser mala nûçegihanê MA’yê Delal Akyuz de jî girt û ew binçav kirin. Piştî lêgerîna ku li malê pêkanîn polîsan Akyuz bi xwe re birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Sedem binçavkirina Akyuz jî nehat zanîn.
Nayê zanîn ku gelê rojnamegeran bînin Amedê ya na.


