Polîs bi YSK’ê rojnamegeran asteng dikin

Hilbijartinên herêmî li bajarên Kurdistanê saet di 16.00’n de û li bajarên Tirkiyeyê saet di 17.00’an de bi dawî bû. Niha jimartina dengan dest pê kiriye û didome.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Polîs bi YSK’ê rojnamegeran asteng dikin

Hilbijartinên herêmî li bajarên Kurdistanê saet di 16.00’n de û li bajarên Tirkiyeyê saet di 17.00’an de bi dawî bû. Niha jimartina dengan dest pê kiriye û didome. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ketina rojnamegeran a dibistanan û şopandina jimartina dengan li Rojnamegeran qedexe kir. Li hin cihan polîsan rojnameger ji sindoqan dûr xistin. Polîsan destnîşan kirin ku biryara YSK'ê heye ku rojnameger nekevin dibistanê û jimartina dengan neşopînin.

Li gorî hejmara 298’an a Zagona Hilbijartinê rojnameger bi boneya nûçe çekin dikarin biçin ser sindoqê û çavdêriyan bikin. Dikarin wêne û dîmenan bikişînin û agahiyan kom bikin.