Pierre Restellini: Divê Ocalan azad bibe

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de di bin şert û mercên tecrîda dijwarkirî de tê ragirtin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Pierre Restellini: Divê Ocalan azad bibe

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de di bin şert û mercên tecrîda dijwarkirî de tê ragirtin. 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar nayê girtin. Daxwaz û mafê hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî bi îdiayên “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin. Her wiha mafê axaftina bi telefonê jî hatiye astengkirin. Parêzerên Ocalan rewşa agahî negirtin û tecrîda li miwekîlên wan tê sepandin hem serî li hiqûqa navxweyî didin û hem jî vê rewşê birin rojeva sazî û dezgehên hiqûqa navneteweyî. Parêzeran di dîrokên cuda de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Yek ji van serlêdan jî di 29’ê tîrmeha 2022’yan de ew serlêdan bû ku ji bo Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hat dayîn. Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din cara yekem serî li NY’yê dan. Me girîngiya vê serlêdanê û